Îran herêma Korsalanê bombe dike

Hêzên Îranê li hemberî herêma Korsalanê dest bi êrîşan kiribû û êrîş didomin.

Fermandariya YRK’ê diyar kiribû hêzên dewleta Îranê di 13’ê Hezîranê de li hemberî herêma Korsalanê operasyon dabû destpêkirin û operasyon didome.

Li herêma Korsalan a Merîwanê qadên Dewr Çor, Derê Tifê, Kanî Sanan, Serdoş, Qarawe û Qeûleberdê duh ji aliyê hêzên dewletê ve bi topan hatibû bombekirin.

Ajansên nûçeyên fermî yên Îranê diyar kir di şerê navbera hêzên YRK’ê û hêzên Îranê de Besîc (sîxurên di nav gel de) hatiye kuştin. Hate hînbûn ev kesê ku hatiye kuştin, demeke dirêj tevî birayê xwe ji Îranê re sîxurtî dikirin.