Îpekyuz: Êrîş dibin sedem ku em hîn bêhtir qewîn bibin

Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî û got, "Ji bo destketiyên me krîmînalîze bikin êrîş dikin. Lê belê ev êrîş dibin sedem ku berxwedêriya gelê me qewîn bibe."

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê roja 9'ê Cotmehê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştî û Alîkariya ji bo Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û rojnamevanan êrîşên qirkirina siyasî dest pê kirin û nêzî 300 kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê, ji 151 kesên ku biryara girtina wan hebûn, zêdeyî 120 kes hatin destgîrkirin. 23 kes piştî ku îfadeya wan li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê hate girtin, serbest hatin berdan. Ji 25 kesên roja duyemîn sewqî edliyeyê hatin kirin 12 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 23 kes hatin girtin û 78 kes jî doh bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz van êrîşên li dijî tevgera siyasî ya Kurd ji ANF'ê re nirxand û xwest, hevalên wan ên destgîrkirî û girtî tavilê werin berdan. Îpekyuz got, hem parlamenter, hem jî hevserokên wan ên giştî li ser vê yekê dixebitin.

'PARTIYA ME DEST BI KARÊ JI BO HILBIJARTINÊ KIR'

Îpekyuz, êrîşên qirkirina siyasî yên beriya niha li dijî hevşaredar û aktîvîstan hatin kirin bi bîr xist û got, "Me hîn ew wêneyê ku hevalên me kelepçe kiribûn ji bîr nekirine. Piştre hate eşkerekirin ku ev êrîşên siyasî ji aliyê endamên FETO ve hatine kirin. Encam çi dibe bila bibe, yên ku dilê wan ne rehet e, ji bo destketiyên me yên demokratîk krîmînalîze bikin û pêşî li serketina me bigirin, ketine nava hewldanan. Hewl didin nîşan bidin ku ew xurt in. Lê belê ev yek nerazîbûn û berxwedêriya gelê me hîn bêhtir qewîn dike."

Îpekyuz diyar kir, partiya wan ji bo hilbijartinê dest bi kar kiriye û destnîşan kir ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû beşên civakê.

'DIVÊ EM YEKÎ JI VÊ MALÊ BIGIRIN, KÎ DIXWAZE BÊ GIRTIN?'

Parlamenter Necdet Îpekyuz bal kişand ser moral û kêfxweşiya ku karê wan li nava civakê afirandiye û wiha pê daket: "Rêveberên dewletê daxuyaniyan didin û hewl didin karê partiya me krîmînalîze bikin. Herî dawî gotin, 'Eger bi ser bikevin jî em ê qeyûman li şûna wan bi cih bikin'. Em li ber vê nêzîkatiyê rabûn û wan jî dîtin ku piştgiriya ji bo me zêde dibe.

Me li Êihê dît ku van êrîşan dest pê kirine. Kesên ku gihîştine emrekî û dikarin biçin îfadeyê, avêtin ser mala wan û destgîr kirin. Piştre jî di serî de li Amedê li gelek bajaran bi sedan mirov destgîr kirin. Dema ku mirov li dosyayên destgîrkirinê dinerin, dibînin ku naveroka wan vala ye. Li Êlihê dema ku avêtin ser malekê gotin, 'Divê em yekî ji vê malê bigirin, kî dixwaze were girtin?' Ez bi xwe jî çûm wê malê û bi malbatê re axivîm."

'ÊRÎŞ BI KÊFÎ TÊN KIRIN'

Îpekyuz destnîşan kir ku êrîşên siyasî bi rengekî kêfî tên kirin û di dawiya axaftina xwe de got, "Li Amedê dema ku diavêjin ser mala serokê me yê bajarê, serokê me dibêje 'Kêliyekê xwe ragirin, ez ê derî vekim'. Lê ew dibêjin, 'Na, em ê derî bişikînin'. Li Êlihê danê sibehê diavêjin ser mala serokê me yê bajêr û bi heman rengî tevdigerin. Dema ku mirov li van nêzîkatiyan dinerin, mirov dibînin ku bi rengekî kêfî êrîş dikin. Dixwazin van êrîşan demeke dirêj bidomînin û heta hilbijartinên herêmî mirovan bêzar bikin."