Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em her derê bikin qada berxwedanê

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan biryara geşkirina berxwedanê daye û got ku “Heta ku encam were wergirtin em her derê bikin qada berxwedanê.”

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Roj roja berxwedan û daketina qadan e.”

Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî ku tê zanîn li Rojhilata Navîn û li her çar parçeyên Kurdistanê geşedanên mezin tên jiyîn û bi berxwedana gelê me re destkeftiyên me roj bi roj zêde dibe.Rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo destkeftiyên berxwedana Rêbertiya me û ya gelê me ji holê rake, êrîşî her derê dike. Rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê ya ku ne li qada navneteweyî ne jî li Kurdistanê tu gotin û hêza wê nemaye, êdî tawîz û gefên wê nemaye. Wekî hemû rêveberiyên faşîst ber bi qedandina emrê xwe ve har dibe. Lê tê zanîn ku ev faşîzm wê were hilweşandin.

ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ

Faşîzma AKP û MHP’ê tecrîda giran a li ser Rêbertiya me didomîne û bi tecrîdê re dixwaze îradeya gelê me bişkîne. Herî dawîn jî bi şewata li Îmraliyê re ev tecrîd derketiye asta herî zor.

Divê faşîzma AKP û MHP’ê bizanibe ku gelê me her dem li dora Rêbertiya xwe bûye xeleqa ji agir û êdî ew ê bêdeng nemîne. Her ciwanên Kurd wê bêdeng nemîne û ew ê bi ruhekî fedaî ji bo Rêbertiya xwe li ber xwe bide. Wê şerê gel ê şoreşger li her qad û kolan û taxê bidome. Rêya avakirina jiyana azad a li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, wê bi şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me re pêkan be.

EM HER DERÊ BIKIN QADA BERXWEDANÊ

Li ser vî esasî divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li her qadê bibe yek, bi ruh û berxwedaneke hevpar ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk, di serî de ciwan û jinên Kurd em bang li hemû gelan û dostên xwe dikin ku ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê û hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê em hêzên xwe bikin yek.

Destkeftinên mezin bi berxwedanên mezin pêk tê. Divê em her kolanê bikin xeleqa ji agir, her taxê bikin keleha berxwedanê û li hemberî argumanên şerê taybet li dora Roja xwe bibin yek, xeta berxwedan û têkoşînê geş bikin.”