ÎHD: Têkildarî 6-8'ê Cotmehê rastî nehate eşkerekirin

Şaxê Amedê yê ÎHD'ê ragihand ku têkildarî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê kiryarên rast nehatine eşkerekirin.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî çalakiyên 6-8'ê COtmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di çaakiyên ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikumeta AKP'ê yên li dijî Kobanê de ji 6'ê Cotmehê û pê ve di xwepêşandanan de 35 sivÎl, 2 penaber, 2 polîs, 3 milîtanên rêxistina çekdar bi giştî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku 56 jê zarok 1128 kes hatin destgîrkirin 24 jê zarok 221 kes hatin girtin û li 3 bajar, 4 navçeyên navendî û 25 navçeyan derketina derve hate qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkildarî bûyeran lêpirsî û lêkolîneke berfireh nehate kirin û hate gotin, "Eşkerekirina kiryarên rastî li aliyekî, di encama operasyonên ku bi destê dadgeriya desthilatdariya siyasî ve hate kirin Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin girtin û herî dawî jî 20 siyasetmedarên HDP'î hatin destgîrkirin û 17 ji wan hatin girtin."

ÎHD'ê xwest ku rastî bê eşkerekirin û têkildarî bûyeran lêpirsîneke eşkere û bi bandor bê meşandin.