ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan a 6 mehan ya li Kurdistanê eşkere kir

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê binpêkirinên mafan a 6 mehên dawî yên li Kurdistanê kir rapor.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafê Mirovan a 6 Mehên 2019’an a Bajarên Herêmê” bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray daxuyanî da û rapor eşkere kir.

Bataray da zanîn ku ji ber polîtîkayên tund ên hikumetê li herêmê binpêkirina mafan bi zêdehî dewam dike û şerê li herêmê Bangorek neyînî li ser mafê jiyanê dike û li pêşiya bikaranîna vî mafî dibe asteng. Bataray biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê akademîsyenên aştiyê de da jî bi bîr xist û got BHQ’iyên di çarçoveya Rewşa Awarte de hatin weşandin li dijî peymanane û mînaka şênber a binpêkirina mafan e.

Bataray bi bîr xist ku li Rihayê êşkence zêde dibe û got: “Ev êşkence bandorê li ser mafan dike. Di meha gulana 2019’an de di serdegirtina malan de yên li Xelfetî û Pirsûsê komek welatî hatine êşkencekirin. Heta niha derbarê berpirsan de tu lêpirsînek nehatiye kirin.”

Bataray bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got 458 girtiyên rewşa wan giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Bataray da zanîn ku li girtîgehan her cûre zext, şidet û binpêkirina mafan pêk tê û ev yek bi awayek sîstematîk didome.

Bataray bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Hevdîtinên li gel Ocalan îhtîmalek wê pêvajoya diyalogê bide destpêkirin danîbû holê. Ev ji mehekê zêdetir e parêzer bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Malbat jî nikare biçe hevdîtinê.”

Bataray diyar kir binpêkirina mafan a li dijî cenazeyan û got cenazeyên li qadên şer nadin malbatan û binpêkirin li dijî cenazeyan pêk tê. Bataray got ji ber opersyonên eskerî şer dikeve û ev operasyon dibe sedema şewatê û xweza tê talankirin.

Bataray anî ziman ku di 6 mehên salê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û didome û bi dehan jin di encama şideta zilaman de hatine qetilkirin. Bataray diyar kir ku binpêkirina mafên zarokan jî bênavber didome û ev binpêkirina mafên zarokan her roja ku diçe zêde dibe.

Bataray got çekdarkirina kesan di nava 10 salan de herî kêm 10 qat zêde bûye û ji sedî 85 bêruhsat bi giştî 25 milyon çekên takekes hene.

Bataray destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Ji ber ku ev  pirsgirêk nayê çareserkirin rûxandinên giran didomin. Feraseta desthilatdariyê ya şer û rêbazên wan bingeha her cûre krîzê ye. Tevî vê yekê jî desthilatdarî di polîtîkayên şer de israr dike û her cûre krîzên li welat kûrttir dike. Opersyonên eskerî yên li derveyî sînor û li hundirê welat jibera 40 salane û heta niha nêzî 30 operasyonên wisa hatine kirin lê ti ji wan negihîştiye çareseriyê ji bilî zirarê bide însanan kêrî tiştekî nehatiye.

Nûnerê bajarên herêmê yê ÎHD’ê Abdulsselam Înceoren daneyên binpêkirina mafan ên di raporê de cih digirin eşkere kir.