ÎHD'ê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û diyar kir ku azadî û ewlehiya mirovan tên binpêkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê li ser operasyonên qirkirina siyasî yên îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevî Serokê ÎHD'ê yê Semsûrê Bulent Temel û endamên Şaxê wan ê Amedê, gelek parêzer û nûnerên saziyên civakî yên sivîl hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ewlehî û azadiya mirovan ku bi destûra bingehîn û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî hatine misogerkirin, mixanbin tên binpêkirin. Saziyên dadgeriyê ku di bin wesayeta desthilatdariya siyasî de ne, bi van lêpirsînan di feraseta edalet û hiqûqê de dibin sedema xisareke mezin.

Bi navê parêzvanên mafên mirovan em di wê baweriyê de ne ku di serî de meseleya Kurd, pirsgirêkên siyasî, aborî û çandî bi rêya diyalog û lihevkirinê çareser dibin û hate gotin, "Divê dawî li van lêpirsînan bê anîn û yên hatine destgîrkirin jî tavilê bên berdan."