ÎHD’ê li aqûbeta sê kesên destgirkirî yên hatinî wendakirin pirsî

ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr ê li Amedê hatin destgirkirin û ‘wendakirin’ pirsî.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe “Wenda werin dîtin, kiryar werin darizandin” a ji du hefteyan carekê li dar dixe, vê carê li ber Sumerbanka kevin a li Konakê li dar xist. Di daxuyaniya vê hefteyê hat dayîn de, pirsa aqûbeta Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr ê 6’ê Gulana 1994’an li Gundê Adrok ê Pasûrê hatin destgîrkirin û hew hay ji wan çêbû, hat kirin.

BI SER GUNDÊ WAN DE GIRTIN, MALÊN WAN ŞEWITANDIN

Sekreterê Şaxa Îzmîrê yê ÎHD’ê Alî Aydin diyar kir ku bi ser gund de hatiye girtin û ji şêniyên gund hatiye xwestin ku di nav saetekê de terka gund bikin û piştre malên gundiyan hatine şewitandin. Aydin da zanîn ku malên Selîm û Hasan Orhan jî hatine şewitandin û wiha axavtina xwe berdewam kir: “Li dora malên wan kon hat vedan. Demekê bi şûn de leşkeran mêrên gund li serbêndera gund berhev kirin. Rakirin nasnameyên M. Selîm Orhan, Hasan Orhan Cezayîr Orhanê 17 salî û anons li fermandarê li ser gir kirine, gotine: “Şexs li vir in lê Salih ne li vir e, em kurê wî Cezayîr bînin?” Fermandar gotiye: “Bînin.” Ev her sê kes bi saxî birine Qereqola Zeyrek a Gundikê Simsor. Piştî Qereqola Zeyrekê li Dibistana Leylî jî Ramazan Ayçîçekê destgîrkirî yê malbata Orhan nas dike wiha dibêje: “Gava ez çûm daşirê min Cezayîr dît. Ji min re got ku êşkenceyê li wan dikin. Piştî Hasan Orhan ji wan re got: “Tirsa we ji Xwedê nîn e ma, kurê min jî leşker e hûn çima li me wiha dikin?” dev ji êşkenceya li me berdan. Paşê cil li me kirin û em derxistina serê çiya, gotin ku em ê bi kamerayê bikêşin û berdin. Di pey re jî min ew nedîtin.” 

Aydin got ku piştî bûyerên qewimîne xebera li Pasûrê 8 kes hatine kuştin hatiye û ev tişt dan zanîn: “Gundî ku haya wan jê çêbû, çûn ku li cendekan binihêrin. Lê ji ber hatibûn şewitandin gundiyan tê dernexist ku kî ne. Ji tu serlêdanên malbat û ÎHD’a Amedê encam nehatin girtin.”

Aydin bi lêv kir ku doz çûye ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re derketiye. DMME’ê Tirkiye mahkûm kir. Ji wê rojê heya niha, rêgezên huqûqa gerdûnî bi tevahiya sazî û destgehên xwe hukum bike, rû bi rûyê paşerojê bibe, em ê tev bi hev re ji vê dîroka fedîkar xelas bibin.”