ÎHD: 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne!

Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD ya li Amedê diyar kir ku Tirkiye peymanên navneteweyî bin pê dike û got ku “Herî kêm 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne.”

Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD ya li Amedê derbarê zarokên ku tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta niha wan tespît kirine ku 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne.

AKP BIRYARA DADGEHÊ JÎ NAS NAKE

“Jina girtî ya bi navê Şukran Îrge tevî 2 zarokên xwe di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Îrge serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û dadgehê serlêdana wê qebûl kiriye û biryar daye ku di warê zagonî de hin sererastkirin werin kirin. Lê ligel vî tiştî jî bi sedan zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne.

Sermesele zaroka bi navê Avşîn Ûsanmaz a 16 mehî 6 meh in tevî dayîka xwe di girtîgehê de ye û nexweşiya Hemanîjom pê re heye. Ji bo dermankirina zarokê û ji bo ku têkiliya wê ya bi dayika wê re qut nebe, taloqkirina girtina diya wê hatiye redkirin. Vê biryara redkirinê li dijî peymanên navneteweyî ne, yên ku Tirkiye jî ev peyman qebûl kirine.

Nayê qebûlkirin ku zarokeke nexweş di girtîgehê de were ragirtin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo zarok karibin di şertên guncav de jiyana xwe bidomînin, bila di warê zagonî de gav werin avêtin.”