Îdlib wê hebûna Tirkiyeyê diyar bike

Serhet Varto: Eger Tirkiye di Îdlibê de winda bike, wê êdî nekare di siyaseta Efrînê be bi pêş ve biçe. Rewşa Efrînê hinek bi pêşveçûna operasyona Îdlibê ve girêdayî ye.

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto, bi bîr xist ku winda kirina Tirkiye û DAIŞ’ê ya li Kobanê û şûnde êdî kir ku li Sûriyeyê ne weke aktorek e û got: “Siyaseta xwe li ser wê avakiriye ku Kurd ti serketinan bi dest nexin. Di vê siyasetê de xitimîn e. Pêşketinên li qadê wê didehfînne. Car ber bi Amerîka, car ber bi Rûsya-Îranê ve dehf dide. Varto destnîşan kir ku di mijara Efrînê de nakokiyên di navbera Rûsya, rejîm û Îran li gel Tirkiyeyê pêk bên, ji bo mezinkirina berxwedana li Efrînê wê hê zêdetir derfetan bidin avakirin. Varto da xuyakirin ku Tirkiye wê li pêşberî Îdlibê wê daxwaza li xeta Efrîn û Cerablûsê hebûna xwe bidomîne bixwaze, lê wê ev yek pêk neyê.

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto ji ANF’ê re axivî û di beşa yeke de bal kişand ser xisûsên pir girîng.

‘ÊRÎŞA REJÎMÊ PIRSGIRÊKAN KÛRTIR DIKE’

Varto bal kişand ser êrîşa li Qamişlo û diyar kir ku li gorî daxuyaniya ji aliyê Asayîşê ve hate kirin, em dibînin ku rejîm dixwaze bi awayekî fîlî desthilatdariya xwe pêş bixe. Li Qamişlo desteserkirina hinek ciwanan vê dibêje ku ‘Sûriye hemû di bin kontrola min de ye, ez dikarim her tiştî bikim.’ Dixwazin vê bisepînin û helwestên çawa bê raberkirin jî dixwaze bibîne. Bê şik û guman wê ev yek pirsgirêkan hê kûrtir bike. Varto got bê ku peymanek bê kirin ev yek provakatoriye. Şer van pirsgirêkan çareser nake. Divê di nava hikûmeta Sûriye û hêzên Bakurê Sûriyeyê de diyalog û hiqûqek bê avakirin û mijar li ser hiqûqê bê çareserkirin.

 ‘HÊZÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK NÛNERTIYA GELÊ SÛRIYEYÊ DIKIN’

Varto bal kişand ser hevdîtinên di navbera hêzên Kurdî û rejîmê de û got: “Mixabin hê di hişmendiya rejîma Sûriyeyê de ti guhertinek pêk nehatiye. Ji nû ve dixwaze serweriya xwe li ser tevahî Sûriyeyê bike; heta dixwaze gelê azadî, demokrasî û aştiyê dixwazin jî ceza bikin. Yekane rêya hikûmetê li ser lingan bigire divê li gel gelên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hev bikin. Ji derveyî vê rêyeke din li ser lingan rawest e nîne. Ez dikarin vê bi awayekî vekirî bêjim ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hemû Sûriyeyê temsîl dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwdî hêzêke leşkerî, siyasî û qadekî xwedî nifûsekî zêde ye û di qada navneteweyî de jî rewa ye. Ti rastiya gotinên rêveberên hikûmetê nîne. Di van hevdîtinan de ji bo hemû Sûriyeyê demokrasî tê xwestin. Yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin ji bo Şam, Lazikiye û Helebê jî dixwazin. Sîstema demokratîk a  xwe dispêre vîna gel pêşniyar dikin. Ji bo vê divê hemû gelên Sûriyeyê xwedî li vê derkevin.”

Serhat Varto êrîşên rejîmê bibîr xist û diyar kir ku eger rejîm êrîş bikin wê ev bike ku Sûriye parçe bibe û wê heta bibe sedemê ku rejîm hileweşe jî.  Varto got: “Ji bo vê jî pêwîstî bi lihevkirineke demokratîk heye.”

‘EGER PIRSGIRÊK NAVXWEYÎ NEYÊ ÇARESERKIRIN, HÊZÊN DERVE JI SÛRIYE DERNAKEVIN’

Varto heyîna hêzên derve yên li Sûriyeyê destnîşan kir û wiha nirxand: “Niha yên li Sûriyeyê serwer hêzên derve ne. Rûsya û Îran bi bandor in. Tişta herî girîng ji bo rejîma Sûriyeyê, pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe. Eger pirsgirêk çareser nebe, wê ev hêzên der ve hê zêdetir li ser Sûriyeyê bilîze û derfet bide parçekirina Sûriyeyê Eger bi rastî jî rejîma Sûriyeyê welatparêziyê dixwaze, wê hê zêdetir li çareseriyê bigere. Eger Sûriye pirsgirêkê li navxwe çareser neke wê hêzên derve ji Sûriyeyê dernekevin. Ji bo hesabên xwe kirîzan kûr dike. Naxwazin kirîzên li Sûriyeyê biqedin. Yekane çareserî divê li gel hêzên Bakurê Sûriyeyê û bi hemû gelên Sûriyeyê re bi şêwazekî demokratîk çareser bikin.

‘ÎDLIB XALEKE STRATEJÎK E’

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serhat Varto bal kişand ser hevdîtina sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ya li Tehran û ev nirxandin kir: “Heta hatina mijara Îdlibê Tirkiye, Îran û Rûsyayê li hevkirinek pêk anîn. Îtifaqa Tirkiye li ser dijminahiya Kurdan pêş ket; ji bo tinekirina hemû destkeftiyên Kurdan û di siyaseta Sûriyeyê de jî bibe xwedî bandor. Lê di vê xala niha de ev siyasta Tirk bi ser neket. Bê şer pirsa Îdlibê çareser nabe. Bi teqez divê şer bê kirin. Daxwazên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji hev cuda ne, lê muhatacî hev in. Niha Rûsya dixwaze rejîm li gelemperiya Sûriyeyê serwer bibe, ji derveyî rojhilatê Firatê hem jî naxwaze Tirkiyeyê jî winda bike. Ev jî pir zehmet e. Îran jî hem dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û li dijî Amerîkayê jî li gel Tirkiyeyê re bibe yek. Tirkiye jî hem dixwaze li Sûriyeyê (Îdlib, Cerablûs, Bab û Efrînê) bimîne û têkiliyên xwe yên li gel Sûriye, Îran û Rûsyayê bide domandin. Ev jî pir zehmet e. Heta dawî bi vî awayî naçe serî. Îdlib ji bo Sûriye û Rûsya stratejîk e. Heleb di bin gefê de ye. Hemû çete li wir hatine bicihkirin. Ji Îdlibê bigre heta Cerablûs, Bab, Efrînê 100 hezar hêzên çete hene. Ev hêzê gefên mezin li ser Helebê didin çêkirin. Heleb bikeve Şam xwe li ser lingan nagire. Eger Sûriye, Îran û Rûsya bi xwazin li Sûriyeyê bi ser kevin divê Îdlibê bigirin.”

‘HESABÊN HER KESÎ CUDA YE’

Varto bal kişand ser heyîna Tirkiye ya li Sûriyeyê û bi taybet ya li Îdlibê û wiha pêde çû: “Tirkiye dixwaze ji xeta Îdlibê heta Cerablûsê qadeke xweser a di bin kontrola xwe de pêk bîne. Li van qadan çeteyên El Nûsra û El Qaîde hene. Bi teqez wê li Îdlibê şer derkeve û eger Tirkiye bikeve nav wê mezin bibe. Eger Tirkiye mudaxîl nebe Rûsya, rejîm û Îran di serî de dixwazin Tehrîr el Şam bikin hedef. Heta ku Tehrîr el Şam neyê tinekirin, wê di mijara Efrîn û Cerablûs de wê hewl bidin bi  Tirkiyeyê re neyên pêşberî hev, lê dema Tehrîr el Şam hate tinekirin wê di mijara Efrîn, Cerablûs û Babê de wê dîsa ji nû ve bên pêşberî hev. Ji xwe ji serî ve wisa bû.

‘LI EFRÎNÊ ÊRÎŞ KIR, TALAN KIR NIHA JÎ QALA SIVÎL Û ALÎKARIYÊN MIROVÎ DIKE’

Serhat Varto bal kişand ser gotinên Tirkiyeyê yên qetilkirina sivîlan û wiha got: “Niha Tirkiye sivîlan dike rojev, qala alîkariyên mirovî, karesatan dike. Lê dema êrîşî Efrînê kirî Efrîn aram bû. Herêmeke ku bi hezaran welatiyên sivîl ên ji ber şer reviyabûn xwe li Efrînê girtibûn û star bibûn. Êrîş kir, qetil kir. Talan kir û ti nirxên mirovahiyê nehiştin. Hêzên navneteweyî jî dengên xwe dernexistin. Hê jî mijara Efrînê di nava Amerîka û Rûsyayê de mijara bazarê ye.”

‘BÛYERÊN LI SÛRIYEYÊ TIKIYE BI VÎ ALÎ WÎ ALÎ KAŞ DIKE’

Varto armancên aliyên li Sûriyeyê destnîşan kir û ev tişt got: “Amerîka û dewletên Ewropa wê li ser şerekî ku li Îdlibê biqewime siyasetê bikin. Şer wê rewşa siyaseta wan bê ka wê çawa bibe diyar bike. Ji xwe siyaseta Tikirye ya li Sûriyeyê ji serî ve diyar e. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê û şûnde heyîna wê ya mîna aktorekê bi dawî bû. Niha rewşekî Tirkiyeyê nîne ku siyasetekî nû bide avakirin û li pey wê biçe. Bûyerên li qadê rûdidin Tirkiyeyê bi dû xwe kaş dike. Ji bo wê tişta ku li Îdlibê diqewime mirov baş zelal nabîne. Tirkiye li pey rewşa Îdlibê kaş dibe. Hemû siyaseta xwe ji bo destkeftiyên Kurdan pêk neyê bi rê ve dibe. Di vê siyasetê de jî xistimî ye. Ji xwe siyasetekî cuda û alternatîf jî nîne. Ji bo wê bûyerên rû didin Tirkiye bi vî alî wî alî kaş dike. Car ber bi Amerîka car jî ber bi Rûsya-Îramê kaş dike. Amerîka wê gelek Tirkiyeyê destek neke wê ji Rûsya û Sûryeyê daxwaz bike kû Îranê tengav bike.”

‘TIRKIYE LI ÎDLIBÊ TÊK BIÇE WÊ DERFETÊ HÊZÊN EFRÎNÊ ZÊDE BIBIN’

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serhat Varto baş kişand ser operasyona Îdilibê û bi wê ve girêdayî bandora wê ya li Efrînê û ev nirxandin kir: “Rewşa Efrînê hinek bi pêşveçûna operasyona Îdlibê ve girêdayî ye. Di mijara Efrînê de nakokiyên di navbera Rûsya, rejîm û Îran li gel Tirkiyeyê de pêk bên, ji bo mezinkirina berxwedana li Efrînê wê hê zêdetir derfetan bidin avakirin. Tirkiye wê li pêşberî Îdlibê wê daxwaza li xeta Efrîn, Cerablûs an jî Şehbayê hebûna xwe bidomîne bixwaze, lê wê ev yek pêk neyê. Ev rast e; Sûriye û Îran bi temamî dixwazin Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxin. Eger Tirkiye ji Îdlibê derbikeve wê zexta ji Efrîn û Cerablûsê jî derbikeve bê kirin. Ji xwe eger siyaseta Tirkiye li Îdlibê bi ser neket, wê siyaseta wê ya li Efrîn û deverên din jî pêşve neçe û wê şensekî vê jî nemîne. Li vir derfet jî hêzên Efrînê re vedibe. Bê şik û guman hêzên Sûriyeya Demokratîk vê rastiyê dibîne û li gorî vê di nava tevgerê de ne.”