Îdirê li hemberî bloka nijadperest stûyê xwe xwar nekir

Îdir a ku berê roj li ser wê hiltê, li dijî bloka nijadperest a AKP-MHP û ÎYÎP’ê dengê xwe da bloka gelan HDP’ê. Ji ber vê jî îradeya gel hate desteserkirin.

Îdir a ku xwedî dîrokeke qedîm e, bi salan gelek şaristanî li ser wê ava bû. Li Îdirê ya ku 10 hezar sal dîroka wê heye, Hûriyan, Ûrartûyan, Med û Persan li ser wê dewlet û împaratorî ava kirin. Ev gel bi dîrokê de bi hev re jiyan. Ji ber vê jî Îdir bû cihê aştî û biratiyê.

Gelê Îdirê yê ku heybeta xwe ji Çiyayê Agiriyê distîne, serhildêriya xwe ji Çemê Erezê û comerdbûna xwe jî ji deşta bi bereket distîne. Li Îdirê Kurd, Azerî, Terekeme, Tirk, Çerkez û gelên din bi hev re dijîn.

Piştî avabûna dewleta Tirk vê taybetiya Îdirê winda bû. Partiyên hatin ser Îdirê nijadperestiya di nav gelan de geş kirin û qetlîam kirin.

100 SAL ŞÛNDE BI DTP’Ê XIZMET HAT ÎDIRÊ

Îdir heta hilbijartina sala 2009’an ji aliyê partiyên nijadperest ên wekî MHP’ê hate birêvebirin. Di sala 2009’an de şaredariya Îdirê ji MHP’ê kete destê DTP’ê.

Piştî vê dîrokê aştî û biratiya di navbera gelan de ji nû ve hate avakirin. Îdir a ku 100 salan xizmet lê nehatibû kirin, cara pêşîn di serdema DTP’ê de xizmet lê hate kirin. Deriyê şaredariyê ji hemû gelan re hate vekirin.

ŞOPA PARTIYÊN NIJADPEREST NEMA

Di sala 2014’an dejî BDP’ê şaredariya Îdirê bi dest xist. BDP a li ser kelepora DTP’ê heman xizmet domand. Li Îdirê hemû gelan dengê xwe dan aştî, demokrasî û biratiyê. Gelê Îdirê bi heybeta Çiyayê Agirî li Îdirê pişta partiyên nijadperest şikand.

Gelê Îdirê di 31’ê Adara 2019’an de jî li dijî bloka nijadperest a AKP, MHP û ÎYÎP’ê, dengê xwe da HDP’ê. Gelê Îdirê dengê xwe da aştî, edalet û demokrasiyê ango HDP’ê.

Gelên Îdirê piştgiriyeke mezin da namzetên HDP’ê yên Îdirê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk. Partiyên din bi derfetên dewletê HDP’ê jî bi piştgiriya gel xebatên xwe dimeşand. Jin û ciwan şev û roj ji bo hilbijartinê dixebitîn. Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de li dijî bloka faşîst HDP’ê bi dengekî zêde şaredariya Îdirê qezenc kir.

XIZMETA JI BO HEMÛ KESAN

HDP’ê dema şaredarî bi dest xist, dest pê kir, xizmeta hemû kesan kir. Şaredariya Îdirê bû mala gel. Hemû pirsgirêkên gel di cih de dihatin tespîtkirin û çareserî jê re dihate dîtin.

Şaredariya Îdirê ya di destê HDP’ê de bû, desthilatdariya AKP û MHP’ê di 15’ê Gulanê de şaredarî desteser kir û qeyyûm li ser şaredariyê peywirdar kir. Piştî desteserkirina îradeya gel, hevşaredar Yaşar Akkûş hate girtin.

Sedema desteserkirina îradeya gel ev e ku li Îdirê kaosê ava bikin, li ser Îdirê bêedaletiyê bikin û nijadperestiyê zêde bikin. AKP, MHP û ÎYÎP’ê bi rêya hilbijartinê nikaribû îradeya gel bişkîne lê vê carê bi rêya qeyyûman îradeya gel desteser kirin.