Îdîr li gel tifaqa qirêj jî wê dîsa bibêje HDP

Li Îdirê li gel tifaqa qirêj a AKP, MHP û Îyî Partî jî gel wê bibêjin HDP. Namzetên Hevşaredariyê yên HDP'ê yên Îdirê gotin ne tifaqa qirêjî lê biratiya gelen wê bi ser bikeve.

Li Îdirê ku Kurd, Ezerî, Terekeme, Ermen bi hev re bi aştî dijîn li dijî tifaqa qirêjî ya AKP, MHP û ÎYÎ Partî helwest nîşan da. Gelê Îdirê bawer dike ku li Îdirê ne tifaqa qirêjî lê biratiya gelan bi ser bikeve. Li Îdirê hemû gel 31'ê Adarê di bin banê HDP'ê de wê werin cem hev.

WÊ BIRATIYA GELAN Û DEMOKRASÎ BI SER BIKEVE

Akkuş gotinên Meral Akşener bi bîr xist, got ew li bendê ku gelê Ezerî di hilbijartinê de bersivê bide Akşener û ew dizanin ku 31'ê Adarê wê di sendoqê de bersivê bidin û doman, ''Ji ber ku gel li vir pir kêfxweş in ku bi hev re dijîn.''

Akkuş got AKP, MHP û Îyî Partî dixwazin gelan li hev sor bikin lê ji ber ku Ezerî û mirovên din baş bi vê dizanin vê daxuyaniyê hêz daye partiya wan HDP'ê, gelek Ezerî piştî vê daxuyaniyê hatine cem wan û desteka xwe ji bo HDP'ê nîşan dane û domand, ''Bi destûra Xwedê li vir wê biratiya gelan û demokrasî bi ser bikeve.''

'EM Ê BI GEL RE PROJEYAN ÇÊKIN'

Namzeta Hevşaredariyê ya Îdirê ya HDP'ê Eylem Çelîk jî got, jinbûn li Tirkiyê zehmet e lê avantaja wan ew e ku HDP'ê bi temsîliyeta wekhev a jin û mêr, pergala hevseroktiyê hêzê dide wan.

Çelîk got projeyên wan hene ku bi meclîsên jinan îstîhdamê ji bo jinan vekin, bikin ku abora xwe bikin û li ser piyan bimînin. Çelîk diyar kir ew dixwazin gelek tiştan bikin û diyar kir, ,''Di civînan de ez wiha dibêjim: ''Hem gelek projeyên me hene û hem jî projeyên me nînin''. Ev tê çi maneyê? Em dixwazin gel tevlî pêvajoyê bikin, li gorî daxwaza jinan, ciwanan û zarokan meclîsan ava bikin. Heke em xizmetê bi vî rengî bikin em ê bersivê bibînin.''

'HDP GELAN BI HEV RE DIGIRE'

Çelîk krîza aborî ya Tirkiyê bi bîr xist, got ji bo ku ji bêkariyê re bibin çareserî gelek projeyên wan hene, bi, navendên jinan ên aborî û bi meclîsên jinan ew ê ji bo hilberandinê xebatan bikin.

Çelîk diyar kir li Îdirê cotkarî û sewalkarî bi destê dewletê hate tinekirin, ciwan di nav dîwarên kafeyan de û jin jî di nav dîwarên malê de asê mane. Çelkî got, ''Li Îdirê gelek nasname bi hev re dijîn. HDP partiyeke wiha ye ku gelek civakan bi hev re digire''