BI DÎMEN

Îbrahîm Êzidî: Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan

Rojnamevanê Şengalî Îbrahîm Êzidî diyar kir ku Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan û got: "Çapemeniya desthilatdariyê bêdeng e, Çapemeniya Azad rê li ber planên qirêj ên dagirkeriyê digire û êrîşa li Silêmaniyeyê jî ji ber vê bû."

Di demên dawiyê de her ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berfirehtir dibin, êrîşên li ser Çapemeniya Azad jî zêde dibin. Herî dawiyê di 23’yê Tebaxê de li herêma Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê di encama êrîşa dewleta Tirk de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd ketin. Ev êrîş weke encama lihevkirina siyaseta şer a hikumeta Sûdanî û dewleta Tirk a dagirker hate nirxandin û rastî bertekên berfireh hatin. Rojnamevan Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê xebatên ragihandinê dimeşîne, êrîşên li ser Çapemeniya Azad weke êrîşên sîstema desthilatdariyê û weke encama hevkariya hikumeta Sûdanî ya bi şerê qirkirinê ya dewleta Tirk nirxand û banga hevgirtinê li rojnamevan û saziyên ragihandinê kir.

‘RAGIHANDINA DESTHILATDARIYÊ LI HEMBERÎ ŞERÊ DAGIRKERIYÊ BÊ DENG E’ 

Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku ev 3 salên dawiyê ne dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li hemberî gerîla şerekî mezin daye destpêkirin û got: ‘’Tevgera azadiyê gelek caran mezinahiya vî şerî destnîşan kiriye. Lê belê raya giştî li hemberî vî şerî bêdeng e. Ragihandina girêdayî desthilatdaran li hemberî vî şerî bêdeng bûn, ev şerê desthilatdariyê li hemberî sîstema civaka demokratîk e, li hemberî fikra netewa demokratîk a Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê ragihandina desthilatdariyê li hemberî vî şerî bêdeng e.’’  

‘ÇAPEMENIYA AZAD RÊ LI BER PLANÊN QIRÊJ ÊN DAGIRKERIYÊ DIGIRE’ 

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li aliyekî rastiya ragihandina desthilatdariyê û li aliyekî din jî rastiya Çapemeniya Azad  heye û ferqa di navbera wan de bi van gotinan şîrove kir: ‘’Di van salên dawiyê de rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê ji aliye Çapemeniya Azad ve hate xuyakirin. Çapemeniya Azad rê li ber gelek planan girtiye û nehiştiye planên dijmin ên qirêj li ser gel pêk werin. Li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê ragihandin hedef hate girtin, herî dawiyê jî li Silêmaniyê êrîş çêbû. Niha li Başûrê Kurdistanê gelek pirsgirêk û alozî hene. Piraniya rojnamevanan ji aliyê partiyên siyasî ve hatine kirîn. Dema ragihandin girêdayî desthilatdariyê be wê rastiya civakê nede xuyakirin. Li vir kê dimîne, Çapemeniya Azad dimîne. Ji ber vê li hemberî Çapemeniya Azad ev êrîş pêk tên.’’   

‘PÊWÎST E YNK HELWESTEKE XURTTIR NÎŞAN BIDE’

Îbrahîm Êzidî bi bîr xist ku beriya niha bi belgeyan îspat bûye ku di êrîşên li hemberî pêşengên civaka Êzidî de destê PDK’ê heye û bi van gotinan rexne li kêmhelwestiya YNK’ê jî kir û got: ‘’Li cihekî weke Silêmaniyê ku di bin serweriya YNK’ê de ye pêkhatina êrîşên bi vî rengî cihê gumanê ye. Heya niha çend welatparêz, kesên rojnamevan û rewşenbîrên li Silêmaniyê penaber, ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin. Heya niha çend kes ji ber van êrîşan hatine girtin nayê zanîn. Em nabêjin YNK hevkarê van êrîşan e, lê bêdeng e.’’   

‘HIKÛMETA IRAQÊ KETIYE NAV SIYASETA ŞER A DEWLETA TIRK’  

Her wiha Rojnamevan Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku di asta Îraqê de jî li hemberî van êrîşan helwesteke cidî ya hikumeta Sûdanî çênebûye û sedema vê rewşê wiha nirxand: ‘’Heya bertekeke xurt neye nişandan wê ev êrîş berdewam bikin. Iraq çima li hemberî van êrîşan bêdeng ê, ji ber ku di demên dawiyê de dewleta Tirk hikûmeta Iraqê jî kişandiye di nav planên xwe yên qirêj ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de. Ji ber vê li hemberî êrîşên li ser Çapemeniya Azad bêdeng e.’’   

‘PÊWÎST E ROJNAMEVAN DENGÊ NERAZÎBÛNÊ BILINDTIR BIKIN’ 

Îbrahîm Êzidî herî dawiyê jî diyar kir ku wê Çapemeniya  Azad li hemberî êrîşan jî rastî û heqîqetê nişan bide û bi van gotinan banga hevgirtinê li rojnamevanan kir: ‘’Li ku derê li hemberî Çapemeniya Azad êrîş pêk were, em wan êrîşan li hemberî xwe jî dibînin. Pêwîst e rojnamevan li her derê destê xwe bidin hev û li dijî êrîşên desthilatdariyê bisekinin. Bêdengiya rojnamevanan jî dibe sedem ku ev êrîş zêdetir bibin. Divê rojnamevan dengê nerazîbûnê bilindtir bikin.’’