Êzidiyên ku şervanên QSD’ê rizgar kiribûn bi girseyî hatin pêşwazîkirin

21 Êzidiyên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve li Dêra Zorê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi coşeke mezin hatin pêşwazî kirin.

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê 21 Êzidiyên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin radest3i Meclîsa Şengalê kir û li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi coşeke mezin hatin pêşwazî kirin.

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê ji bo 21 Êzidiyên ku 3 jê jin û 18 jî zarok in ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn rizgar kirin, bibe Şengalê bi karwanekê ji Mala Êzidî ya Amûdê ber bi navçeya Hol a Kantona Hesekê ve ketin rê. Dema ku karwan gihişte navçeya Holê rayedarên Iraqê destûr neda ku 21 Êzidî bikevin Şengalê. Ji bo pêşwazî kirina Êzidiyên hatibûn rizgar kirin bi sedan Şêngalî li pêşiya deriyê sînor kom bûn û rayedarên Iraqî ji ber xeztên Şengaliyan neçar ma destûr bide ku 21 Êzidî bikevin Şengalê.

Piştre Êzidiyên ku hatine rizgarkirin ji aliyê sedan Şengaliyan ve hatin pêşwazî kirin û bi karwanekî ber bi Şengalê ve ketin rê.

Karwanê wesayîtan destpêkê çû Xanesorê û piştre derbasî Sinûnê bû. Li Sinûnê Êzidiyên ku hatibûn rizgar kirin ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazî kirin.

Piştre merasîm hate lidarxisitn. Merasîm bi axaftinên deste û saziyên Şengalê didome.