Êzidiyên ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin gihiştin Şengalê

21 Êzidiyên Şengal ên ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin, gihiştin Şengalê.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya oprasyonên dawî yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de ji 30’î zêdetir jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Welatiyên Êzidî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, destpêkê radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hatibûn kirin. Mala Êzidiyan jî radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin.

21 Êzidiyên ku 3 ji wan jin 18 jî zarok in, îro ji aliyê Meclîsaa Mala Êzidiyan ve bi amadebûna fermandarên QSD`ê radestî Melîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin kirin.

Êzidiyên hatin rêkirina Şengalê, li ser xeta sînroê Rojava-Şengalê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.

GEL NERAZÎBÛN RABER KIRIN, HÊZÊN IRAQÎ GAV BI ŞÛNDE AVÊTIN

Dema ku girse gihîşt ser sînor, hêzên artêşa Iraqê destpêkê astengî derxistin û destur nedan ku dîlên Êzidî derbas bibin. Lê li ser nerazîbûn û israr gel a li herdu aliyên sînor, destur hat dayîn ku 21 jin û zarok derbasî aliyê Şengalê hatin kirin

Piştî pêşwazîkirina bi coş, girseya gel ber bi Şengalê ve derket rê .