Êşkence li wan hate kirin, piştre jî hatin girtin
Ji çar ciwanên ku polîsên Wanê êşkence li wan kir, sê ji wan ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya 'li ber polîs rabûye' hatin girtin.
Ji çar ciwanên ku polîsên Wanê êşkence li wan kir, sê ji wan ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya 'li ber polîs rabûye' hatin girtin.
Ciwanên bi navê Yakûp Pekel, Ersîn Pekel, Mahmût Balikçi û Cîhan Şakar li taxa Xaçortê ya Wanê 20'ê Adarê ji aiyê polîsan ve bi êşkenceyê hatin girtin.
Piştî neh rojan sê ji ciwanan bi sûcdariya "li ber polîsan rabûne" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ersîn Pekel bi hinceta ku kêmî 18 salî ye bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Kesên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.