Êşkence li çalakgerên grevê yên li Girtîgeha Duzceyê hate kirin

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê êşkence li Ahmet Akbalik û hevalên wî kir ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina mercên azad ên ewlekarî û tenduristiya Ocalan, di greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger de ne. Rêveberiyên girtîgehan jî bi êşkence, tecrîd û kiryarên xerab nêzî çalakgerên greva birçîbûnê dibin. Ahmet Akbalik ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ye û ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, bi malbata xwe re axivî û diyar kir, êşkence li wan hatiye kirin û xwest, gilî bikin.

Mehmet Selîm Akbalik li ser çalakiya kurê xwe Ahmet Akbalik ji ANF'ê re axivî û diyar kir, kurê wî destpêkê di greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger de bû, lê ji 5'ê Çileyê û pê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

ŞOPÊN ÊŞKENCEYÊ

Akbalik anî ziman, dema bi kurê xwe re axivî, li ser êşkence û kiryarên xerab agahî da wan û got, "Dema ku bi me re diaxive ji bo em pê neêşin dibêje ku rewşa wî gelekî baş e. Lê belê haya me ji zilma ku li wan tê kirin heye. Herî dawî neçar ma ku êdî ji me re qala zilma li wan tê kirin bike. Dema ku em çû dîtina wî, me şopên êşkenceya ku lê hatibû kirin, dît. Dema ku di greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger de bûn êşkence li wan kirine.

Guhê Ahmet pêçayî bû. Milê hevalekî wî pêçayî bû. Tevî vê yekê jî giliyê ku Ahmet kir nehate qebûlkirin. Di ser re rêveberiya girtîgehê giliyê girtiyan kir. Ji xwe ew girtine, di ser re radibin êşkenceyê li wan dikin. Em dixwazin dawî li vê êşkenceya li wan tê kirin bê anîn."