Êrîşî cotkarên li ber xwe didin kirin, 2 birîndar, 7 kes jî destgîr kirin
Leşkerên Tirk êrîş birin ser cotkarên li dijî qûtkirina elektirîkê ya DEDAŞ’ê li ber xwe didan kirin. Di êrîşê de 2 birîndar û 7 kes jî destgîrkirin.
Leşkerên Tirk êrîş birin ser cotkarên li dijî qûtkirina elektirîkê ya DEDAŞ’ê li ber xwe didan kirin. Di êrîşê de 2 birîndar û 7 kes jî destgîrkirin.
Cotkaran li dijî birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li Gundê Pekmezler a navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê rê li trafîkê girtin. Eskeran bi TOMA û gaza îsotê êrîşî cotkaran kirin. Di encama êrişê de 2 kes birîndar bûn û 7 kes hatin destgîrkirin.
Ligel êrîş û mudaxaleya eskeran çalakiya cotkaran didome.