Êrişên nîjatperest ên Tirk hatin şermezarkirin

Rêxistinên navçeyên Hezex û Êlkê êrişên nîjatperest ên li ser Kurdan şermezar kirin.

Êrişên nîjatperest ên Tirk ên li ser Kurdan li navçeyên Hezexê û Êlkê yên Şirnexê hatin şermezarkirin.

Li civîna Rêxistina Navçeya Êlkê ya HDP'ê Hevserok Beybûn Aslan êrîşên nîjatperest ên Tirk ên li Afyon û Konyayê bi bîr xist û got, ''Êrîşên nîjatperest ên li ser Kurdan encama polîtîkaya necazekirinê ye. Em ê li ser êrîşên nîjatperest ên li Afyon û Konyayê bin.''

Li avahiya Navçeya Rêxistina Navçeya Hezexê ya HDP'ê jî daxuyaniyek hate dayin. Li vir hevserok Yasîn Oztaş axivî, got, ji ber ku AKP-MHP siyaset anîne ber xilaskirinê berê xwe dane gotinên nefretê.

Ozaş got, ''Em ê li bara van êrîşên nîjatperest bêdeng nemînin.Em Rêxistina Navçeya Hezexê van êrîşên faşîst û nîjatperest şermezar dikin. Me siyaseta Kurd carekê jî li bara van êrîşan bi paş ve gav neavêt. Bila were zanîn gelê Kurd heye, zimanê Kurdî heye û wê tim hebe.''