‘Êrîşên li ser Efrînê, te wateya êrîşên li ser hemû Kurdistanê’

Rojnameger û nivîskar Kemal Raûf ê ji Başûrê Kurdistanê got ku, ‘Êrîşa li ser Efrînê tê wateya êrîşên li ser Silêmanî, Serdeşt û Amedê.’ Parlementerê Goranê Kiwêstan Mihemed jî got ku ‘Efrîn wê wekî Kobanê bi ser bikeve.’

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, gelê Kurd li her derê nerazîbûna xwe nîşan didin. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê jî çalakî pêk tên. Rojnameger, siyasetmedar û ronakbîrên Başûrê Kurdistanê jî li hemberî êrîşên li dijî Efrînê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Rojnameger û nivîskar Kemal Raûf ê ji Başûrê Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirk bi çekên NATO’yê Kurdan qetil dike û got, “Bi çekên NATO’yê jin û zarok tên qetilkirin. Vî gelî li hemberî gelek komên terorîst şer kiriye û berdêl daye. Niha jî li hemberî vî gelî çekên NATO’yê tên bikaranîn, ez vî tiştî protesto dikim.

Ev êrîşên hanê ne bi tenê li ser Efrînê ye. Ev êrîş tê wateya êrîşên li ser Silêmanî, Serdeşt û Amed û hemû gelê Kurd. Dewleta Tirk dixwaze hemû Kurdan qetil bike, ew ê gelê Kurd vî tiştî tu carî qebûl neke û bersiva vî tiştî li Efrînê bide. Em heta dawiyê  bi Efrînê re ne, em ê gelê xwe yê Efrînê bi tenê nehêlin.”

‘DIJMINATIYA KURDAN DIKE’

Parlementerê Goranê Kiwêstan Mihemed jî got ku, “Gelê Kurd li Rojava bernameyeke gelekî serkeftî derxist holê lê dijminên me vî tiştî qebûl nakin. Dewleta Tirk dixwaze li Efrînê vê projeya gelê me têk bibe lê ew ê hêzên dagirker negihêjin armancên xwe. Şervanên me li wê derê li ber xwe didin, gelê me li ber xwe didin. Ez hemû şervanan silav dikim. Ez bawer dikim ku wê Efrîn jî wekî Kobanê bi ser bikeve.”