Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Iraqê hate şermezarkirin

Şêniyên Mexmûrê bi meşek girseyî bertek nîşanî êrîşan hewayî yên li ser Mexmûrê dan û gotin: “Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk diçe û ji bo vê yekê jî êrîşî sivîlan dike.“

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirek a bêmirov û biçek îro di saet 12.15’an de, malek a welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşeke girseyî êrîş şermezar kirin. Şêniyên Mexmûrê di saet 18.00’an de li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Meş heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û KJK‘ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.

‘GELÊ MEXMÛRÊ TIMÎ LI BER XWE DA YE‘

Nîştecihên Mexmûrê li ber avahiya NY’yê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn ve hat xwendin. Sezgîn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser wargehê şermezar kir û got: “Em dewleta Tirk û hevkarên wî şermezar dikin. Her roj dewleta Tirk êrîşî wargehê dike. Ev êrîş tê wateya ku dewleta Tirk a dagirker her ku diçe li hemberî berxwedana gerîlayan lewaz dibe û êrîşî penaberan dike. Gelê Mexmûrê timî li ber xwe da ye.“

 ‘LI HEMBERÎ GERÎLA TÊK DIÇIN ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKIN‘

Sezgîn diyar kir ku çiqas dewleta Tirk li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk diçe, êrîşî xelkê sivîl dike û wiha dom kir: “Dewletên dagirker, Tirkiye û PDK êrîşî Kurdan dike. Lê belê bi tu awayî wê êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PKD’ê bi ser nekeve. Gelê Mexmûrê tu carê li hemberî zilmê conk nedanîne û wê tu carê nedane. Em gel in, mafdar in û em ê bi serbikevin.“

Di dawiya daxuyaniyê de Sezgîn, bertek nîşanî bêdengiya raya giştî da û got: “Bêdengiya hevkariya sûcê li dijî mirovahiyê. NY, hikûmeta Iraqê û raya giştî li hemberî sûcên dewleta Tirk a faşîst bêdengin.“

Daxuyanî bi dirûşmên “Bimire xiyanet“, “Bijî berxwedana Mexmûrê“’, “Qatîl Erdogan“ û “Bê Serok jiyan nabe“ bi dawî bû.