Êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 9-12’ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bejahî û hewayî êriş hatin kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 9-12’ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bejahî û hewayî êriş hatin kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
“Di 9 û 10’ê Nîsanê de saet di nabera 20:00-21:30’î de qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.
10’ê Nîsanê saet di navbera 15:00-18:10’an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Heman rojê saet di 18:25’an de qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
11’ê Nîsanê saet di navbera 19:00-06:30’î de qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
11’ê Nîsanê saet di navbera 20:30-20:45’an de li herêma Zapê qadên Çemço, Şehîd Şahîn, Kurojahro, Karker û li herêma Avaşînê jî qada Werxelê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
12’ê Nîsanê saet di navbera 18:30-19:30’î de qada Girê Hakkarî ya li herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin. Şeva heman rojê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mervanosê geriyan.”