Êrîşên dagirkeriya Tirk: PDK hêzê dişîne Sîdekanê

Li Başûrê Kurdistanê PDK hêzê dişîne neqeba Berbizina û serê Sîdekanê. Ev hewldana PDK’ê piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li herêmê pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker ku sala borî li dijî herêma Bradostê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin, roja 28’ê Gulanê bi veguhestina leşkeran a li Girê Şehîd Dervîş û Çiyayê Şekîfê berfirehtir kir.

Artêşa Tirk di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê yên li herêma Xakûrkê, Girê Şehîd Dervîş û Çiyayê Şekîf bi balafirên şer û helîkopterên kobra bombeyan li herêmê dibarîne.

PDK ku heta niha bi awayekî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker qebûl kiriye û derbarê vê dagirkeriyê agahî derdikevin holê.

Hêzên PDK’ê roja Înê li herêmê dest bi tevgerê kir û ev guman hê bêhtir bihêztir bûn.

Bi şev konvoya ku ji 15 wesayîtan pêk tê ya girêdayî PDK’ê hêzên pêşmerge şand Sîdekanê.

Ligel hêzên pêşmerge, wesayîtên kepçe, makîneyên kar grayder û konteynirên ku bi armanca li wir bimînin, di konvoyê de cih girtin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, hêzên pêşmerge yên ber bi Sîdekanê ve çûn, hedefa wan ew e ku serê Sîdekan û neqeba Berbizina bigirin. Ev herêm weke herêmên gerîla tê zanîn.