Êrîşên dagirkeran didome

Artêşa Tirk a dagirker 19 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrîşên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye kirin, ev daxuyanî da:

Li herêma Zapê:

"Di 27’ê Adarê de saet di 13.00 û 14.00’an de dagirkeran 2 caran êrîşî çeperên berxwedanê yên li Sîdayê kirin û hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiva êrîşan dane.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye:

Di 27’ê Adarê de Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi obus, tank û çekên giran 17 caran hatine bombekirin.”