Êrîşên dagirker ên li ser Efrînê li Wanê hatin şermezarkirin

Rêxistina Navçeyê ya Tûşbayê ya HDP’ê hewldana êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir.

Li Wanê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de têne şermezarkirin.

Rêxistina Navçeya HDP’ê ya Tûşbayê bi daxuyanieke çapemeniyê li avahiya rêxistinê şermezar kir. Di daxuyaniyê hate gotin, ‘Êrîşa bi ser Efrînê de pirsa bekayê ya AKP’ê ye. Dewleta Tirk rêgezên hiqûqa navnetewî binpê dike û wiha êrîşê tîne.’’

Di daxuyaniyê de her wiha bang hate kirin ku gel, hemû derdorên bihistyar û raya giştî ya navnetewî li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe derxînin.