Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarên Ranya û Qeladizê yên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.  Di çalakiya li Qendilê de çalakgerên mertalên zindî jî hatin ziyaretkirin.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê didome. Gelên navçeyên Ranya û Qeladizê yên Başûrê Kurdistanê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Qendîlê çalakî lidarxistin.

Girse ji navçeya Ranya û Qeladizê ya Silêmaniyê ber bi Qendîlê ve ketin rê û çûn serdana konê çalakgerên mertalên zindî.  Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî berxwedana Qendîlê’ û ‘Bimire xiyanet’ hate berzkirin. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.