Êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 1 û 6'ê Nîsanê de ji hewayî û bejahî ve bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker di navbera 1 û 6'ê Nîsanê de êrişên berfireh bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên van êrişan wiha ne:

1'ê Nîsanê saet di navbera 11:30-14:30'î de qada Karoxê ya herêma Qendîlê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

2'ê Nîsanê saet di 12:00 de li herêma Zapê qadên Kurojahro û Sîda bi balafirên şer 5 caran û 3'ê Nîsanê jî qada Girê Cudî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

3'ê Nîsanê saet di navbera 21:00-23:00 de qada li Qaşûra ya Metînayê helîkopter geriyan. Heman demê artêşa Tirk bi helîkopterên êrişê bombe li derdora gundên Hirorê, Dêşîşê û qada Koordîne barand. Li qada Girê Azad jî bi helîkopteran hêza xwe danî.

4'ê Nîsanê saet di navbera 22:30-00:00 de qada li Mervanos a herêma Avaşînê helîkopter geriyan.

4 û 5'ê Nîsanê li herêma Garê derdora gundên Rêtikê û Rabeskê 5 caran, li Metînayê jî Girê Hakkarî 2 caran, li Zapê jî qada Saca jî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6'ê Nîsanê derdora Girê Hakkarî yê Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û qada Dola Bedranan a Qendîlê jî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê saet di 22:00 de li herêma Zapê qada Girê Cudî bi balafirên şer hate bombekirin.

6'ê Nîsanê saet di navbera 20:00-01:50'î de li herêma Avaşînê qada Werxelê 3 caran bi balafirên şer û 7'ê Nîsanê serê sibehê jî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

6'ê Nîsanê saet di navbera 19:00-21:30'î de li herêma Zapê qadên Girê FM, Kurojahro, Çiyayê Reş, Karker, Saca, Gundê Rênçbiraxa û Sîda 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê saet di navbera 16:30-20:00 de qada Girê FM ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin."