‘Êrîşa li ser parçeyekî tê wateya êrîşa li ser hemû Kurdistanê’

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya got “Divê êrîşa li ser parçeyekî em wekî êrîşa li ser hemû Kurdistanê bibînin.”

Ahmet Kaya diyar kir ku êrîşên ‘dersînor’ xwe dispêre mantiqa dagirkeriyê û got “Dema ku dibêjin em ê 30 kîlometreyan xeteke ewlekariyê ava bikin, ev gelekî absurd e. Dema ku hûn vê xetê çêbikin wekî ku hûn sînorê xwe 30 kîlometreyan berfirehtir dikin. Di kîlometreya 31'emîn de dîsa hûn û ew hêz hûn ê werin hemberî hev. Hûn ê ‘xetereyê’ çawa ji holê rakin?”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku feraseta dewleta Tirk û hişê wê yê siyasî her dem êrîşî Kurdan dike û wisa xuya dike wê ev êrîş bidomin. Kaya diyar kir ku ev êrîş ji ber stratejiya dewleta Tirk e û got “Li gorî stratejiya dewleta Tirk divê li tu dera dinyayê tiştekî Kurdan tunebe. Li gorî wan divê gelê Kurd ne xwedî deskeftî bin, saziyên wan, feraseta wan û azadiya wan tunebe. Ji ber vê hêzeke Kurd li ku derê be, têkiliya dewletê ya bi wir girîng e. Meseleyên din piştre tên. Tu carî baweriya xwe bi Kurdan neanîn û tu carî bawerî neda Kurdan. Dema ku êrîşa li ser Başûr dibin ser Rojava ev nayê wateya têkçûn û destkeftiyê.”

LI BAŞÛR NEGIHIŞT ARMANCA XWE

Kaya diyar kir dewleta Tirk li Başûr tu destkeftî bi dest nexistiye û got “Li gorî xwe ketiye nav hewldana ku gelo ez têkçûna xwe dikarim li Rojava bi serfiraziyê tacîdar bikim. Wê xeta ewlekariyê ya 30 kîlometreyan tê wateya vî tiştî. Feraseta sereke ya ku komara Tirkiyeyê ji bo Kurdan dike ev e ku divê Kurd nebin xwediyê tiştekî. Heke mumkun be divê tiştên di destê Kurdan de ji destê wan were stendin. Feraseta wê ev e. Tiştên din bi tenê hincet in, dixwazin ji xwe re argumanan çêbikin.”

30 KÎLOMETREYEKÎ DIN

Kaya diyar kir êrîşên ‘dersînor’ xwe dispêre mantiqa dagirkeriyê û got “Gelo heta îro li hemberî dewleta Tirk êrîşeke çawa hate kirin? Êrîş jî nehatiye kirin. Heke Tirkiyeyê êrîşek kiribe dibe ku bersiva wê hatiye dayîn lê êrîşeke yekser tune. Niha jî dibêjin em ê xeteke ewlekariyê ya 30 kîlometreyî ava bikin. Kenê mirov bi vî tiştî tê. Dema ku hûn vê xetê çêbikin wekî ku hûn sînorê xwe 30 kîlometreyan berfirehtir dikin. Di kîlometreya 31'emîn de dîsa hûn û ew hêz hûn ê werin hemberî hev. Hûn ê ‘xetereyê’ çawa ji holê rakin? Her carê hûn ê bibêjin ka em 30 kîlometreyên din jî biçin.  Dixwazin bandora xwe li ser hemû axa Kurdan bikin.”

Kaya diyar kir ku dewleta Tirk belasebeb qala Mûsûl û Kerkûkê nake yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn divê di nav sînorên Mîsak-i Mîllî de bimana û got “Em dikarin bibêjin ku heke derfetên wan hebe û hêza wan têr bike, ew ji bo vê armancê dixebitin. Ji bo me Kurdan jî handîkapeke mezin heye ku dema êrîş tê kirin em wekî li hemberî parçeyekî tê kirin, dinirxînin. Em dibêjin qey ev êrîş bi tenê li hemberî parçeyekî ye. Lê mesele ne ev e. Aliyê hemberê Kurdan me wekî tiştekî giştî dibîne û bi giştî li hemberî wê şer dike. Divê em êrîşên li ser parçeyekî wisa nebînin û nenirxînin. Divê em li têkiliya parçe û giştî binihêrin. Di heman demê de helwesta me ya parçeyî jî cesaretê dide dewleta Tirk. Divê em bi awayekî yekgirtî helwestê nîşan bidin û êrîşa li ser parçeyekî wekî êrîşa li ser giştî binirxînin. Ji bo çarenûsa me ev tiştekî hewce ye. Heke em nikaribin vî tiştî pêk bînin em ê demeke dirêj bi van êş, dagirkerî û êrîşan re bijîn. Ev jî ji bo me êdî tiştekî luks e.”