Êrîşa li ser Şengalê li Mexmûrê hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê, bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrîşa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê hat şermezarkirin. Girseya ku bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kom bû, têkildarî êrîşê daxuyaniyek da. Beriya daxuyaniyê ji bo bibîranîna hemû Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Wargehê Fatma Bîlen ve hat xwendin.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa li ser Şengalê û got: “Wek tê zanîn îro di saet 11:30’an de êrîşek ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê çêbû, di vê êrîşê de mirovên sivîl hedef hatin girtin. Em wek gelê Mexmûrê vê êrîşê bi tundî şermezar dikin, ev bi salan e gelê Şengalê li hemberî her cure êrîşan serî netewandiye û natewîne jî. Her wiha ji êrîşên ku li ser gelê Şengalê tên pêkanîn, hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê jî berpirsyar in. Em, dewletên ku destûra van êrîşan didin ku sivîl û zarok hedef tên girtin, dikan, nexweşxane, Meclîs û hwd dikin hedef şermezar dikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadan ku van êrîşan bidin sekinandin. Em li gel gelê xwe yê Şengalê ne û êşa wan par dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.