Êrîşa li dijî Firyal Silêman li Mexmûrê hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrîşa li Kerkûkê ya li dijî jina siyasetmedar û çalakvan Firyal Silêman Xalid bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşa li Kerkûkê ya li dijî jina siyasetmedar û çalakvan Firyal Silêman Xalid bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Berî daxuyaniyê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Bêrîvan Kaya ve hat xwendin. Kaya, ewilî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Wek tê zanîn dewleta Tirk û hevkarê xwe dîsa li ser kar bû, hedefa wan dîsa di kesayeta heval Zelal de jinên têkoşer bû. Li vê derê em dizanin tiştên ku tên kirin plangerî û hevkariyek qirêj tê kirin. Çawa ji hevala Nagîhan Akarsel destpêkirin heta gihişt Zelalan ev êrîşên hovane û terorîstane ya ku dewleta Tirkiye li beranberî gelê Kurd dide pêkanîn tiştekî em ji rêzê bigirin nîne.”

Kaya anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gerîla têk diçe, êrîşî gelên sivîl dike û got: “Bi taybet êrîşî gelê Kurd û jinên têkoşer dike. Hevrê Zelal jî yek ji wan jinên pêşenge ku li her cihekî ku lê maye bê rawestan vê têkoşîna xwe daye meşandin, ev ji bo me nirxeke. Êrîşa ku li dijî hevala Zelal hat kirin, pêwîste her jinek vê êrîşê li dijî xwe bi hesibîne.”

Kaya bang li hikûmeta Iraqê kir ku erka xwe bi cih bîne û xwest ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker helwesteke xurt û bi biryar nîşan bide.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.