Êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî parêzeran hate protestokirin

Baroya Colemêrgê êrîşa ku li Fermandariya Jendirmeyan a Geverê leşkeran biribû ser parêzeran şermezar kir.

Li herêma Astenga Reş a di navbera gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ya Gevera Colemêrgê de artêşa Tirk operasyoneke dagirker dabû destpêkirin û gundî hatibûn destgîrkirin. Parêzerên OHD’ê ji bo hevdîtina gundiyên di nezaretê de, çûn Fermandariya Jendirmeyan. Leşkeran li parêzeran dan û ew li erdê kaş kirin. Baroya Colemêrgê li pêşiya Edliyeya Geverê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn.

Serokê Baroyê Ergun Canan diyar kir ku duh şev êrîşî parêzer Gunay Karataş û Firat Îke hatiye kirin. Canan bal kişand ser vî tiştî ku leşkerê payebilind ê bi navê B.K. li Fermandariya Jendirmeyan a Geverê peywirdar e, ferman daye leşkeran û leşkeran jî êrîşî parêzeran kirine û parêzer li erdê hatine kaşkirin. Canan got “Parêzertî tê wateya mafê parastinê, mafê darizandina adilane û temînata azdaiya lêgerîna bi heq. Heke li civakekê parêzer ne azad bin û tu bandorek wan tunebe, mirov nikare bibêje ku azadiya tu kesan di mîsogeriyê de ye. Divê ev peywirdarên ku êrîş kirine ji peywirê werin dûrxistin, derbarê wan lêpirsîan edlî û îdarî were destpêkirin.”