'Êriş li dijî şêweyê jiyanê yê navçeya Sûrê hate kirin'

Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan anî ziman ku bi binpêkirina pîvanên bajarvaniyê, avahiyên ku li Sûrê mîna girtîgehan hatine çêkirin, ji bo têkbirina têkiliyên cîrantiya berê û hilweşandina çanda herêmê ye.

Dewleta Tirk di dema berxwedana xwerêveberiyê ya salên 2015-2016'an de mal, xane û avahiyên çandî yên Amed a Berê li navçeya Sûrê ya Amedê hilweşand. Li 6 taxên ku bi Adara 2016'an re qedexeya derketina derve hate ragihandin, pêvajoya hilweşandinê dest pê kir. Piştî bermahiyên xirbeyan ji qadê hatin rakirin, qaşo 'avahiyên' Îdareya Avahiyên Giştî (TOKÎ) hatin çêkirin. Ev avahiyên ku li rewş û xemla çandî û dîrokî ya herêmê nayê, bû sedema nerazîbûna mîmar, endezyar û plansazên bajêr.

Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan li ser avahiyên ku li Sûrê hatine çêkirin ji ANF'ê re axivî.

Aslan bi bîr xist ku bi karên înşaetê re yên li navçeya Sûrê, taybetmendiya berê ya navçeyê ji holê hatiye rakirin û got, "Bêyî ku taybetmendiyên kolan û taxan li ber çavan bêne girtin, avahiyên li ser esasê ewlekariyê hatin avakirin. Li herêmê rêyên fireh hatin çêkirin ku 6 qereqol û avahiyên cemaweriyê digihînin hev. Ji ber ku plan bi armanca ewlekariyê hate danîn, pîvanên bajarvaniyê hatin binpêkirin. Tevlîkirina Sûrê li lîsteya mîrateya çand û dîrokê, bi hinceta xeml û rewşa kolanên wê bû. Tunekirina vê taybetmendiya kolanan pirsgirêkeke girîng e. Dema ku plana mîmarî ya cihekî tê amadekirin, şêweyekî nû yê jiyanê lê tê diyarkirin. Ya ku tê xwestin li wê derê bê kirin guhertina avaniya demografîk e. Li wê derê ji taybetmendiya çandî, civakî heta bi rewşa aborî her tişt veguherî titşekî cuda. Ew qad bûye qadeke bazirganî. Em zanin ku wê ew herêm ji bo armancên tûrîstîk bê bikaranîn. Lewma şêweyê bikaranîna qadê jî hatiye guhertin. Ya bi şev yan jî bi roj wê bê bikaranîn. Wê bibe qadek ku ji mirovan hatiye xalîkirin."

Aslan got, dixwazin Sûrê bikin cihekî welê ku têkiliyên berê yên cîrantiyê û çandê nemîne û got, "Armanc ji xwe ev bû. Guhertina şêweyê jiyanê yê li Sûrê bû. Gelekî eşkere ye ku ev taybetmendî hatiye guhertin. Dema ku mirov bala xwe didin ser avahiyan, dibînin ku li hin deveran di nava hev de ne, li hin cihan jî ji hev qut bûne."

Aslan herî dawî destnîşan kir ku avahiyên nû yên li Sûrê hatine çêkirin dişibin girtîgehê.