Êzidiyên ku dixwazin ji kampê derbêxin: Divê xwedî li me bê derketin

Berpisyarên kampa AFAD a Midyadê 6 Êzidiyên ku dixwestin biçin cem malbatên xwe ji kampê derxist û ji yên mayî re ji gotin ku kampê vale bikin. Eyto ya ku li kampê dijî wiha got: "Dixwazin malbatên me bavêjin kolanan' û banga piştgiriyê kir.

Piştî dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, Êzidiyên ku li kampa AFAD'ê ya ku li navçeya Midyad a Mêrdinê dijîn, di nava meha dawî de ku xizmên wan ên ku dixwazin biçin cem wan û bicih bibin, tê xwestin ku ji kampê derbêxin û bavêjin kolanan. Ji bo Êzidiyan hişyariya destpêkê roja În'ê ya derbasbûyî ku di nava 3 rojan de derbikevin hat kirin. Îro hat xwestin ku 50 Êzidiyên ku di nava wan de jin û zarok jî hene kampê vale bikin, lê belê Êzidiyan derketina ji kampê red kirin. 6 zilam jî ji kampê hatin avêtin. Ji Êzidiyên ku li kampê mane tê xwestin ku di nava 3 rojan de kampê vale bikin.

Naîf Xwededa Eyto ku li kampê dijî û daxwaza xizmên wê ji kampê derbikeve tê kirin, diyar kir ku cihekî wan nîne biçe û destnîşan kir ku di rewşekî perîşan dene.

'GELEK JI WAN JIN Û ZAROK IN'

Eyto diyarkir ku bi malbata xwe ya ji 10 kesan pêktê beriya 2 salan hatiye kampa AFAD a Mîdyadê û nêzîkî 50 Êzidiyên ji Şengal, Zaxo û Başûrê Kurdistanê hatine, li cem malbatên xwe yên ku li kampa AFAD'ê ne bicih bûne. Eyto diyar kir ku ji aliyê berpisyarên kampê roja Înê ji bo wan kesên ku di nava meha dawî de hatine kampê bicşh bûnê hişyariya derketinê hatiye kirin û wiha got: "Biraziyê min û malbata wî ya ji 5 kesan pêktê tê xwestin ku ji kampê bên derxistin. Êzidiyên ku daxwaz tê kirin ji kampê derbikevin gelek ji wan zarok û jin in. Îro roja dawî ye lê kes ji kampê derneket, ji bo me 3 rojên din dem diyarkirine û destnîşankirine ku piştî 3 rojên din wê me ji kampê bavêjin."

'CIHEK YÊ ÇÛYÎNÊ JÎ NÎŞANÎ ME NADIN'

Eyto diyar kir ku dewlet û berpisyarên kampê ji malbat û xizmên Êzidî ku dixwazin ji kampê derbêxin cihekî nîşanî wan nadin û diyar kir ku di rewşekî perîşan de ne. Eyto diyarkir ku dixwazin 50 kesên zêdetirî wan jin û zarok bavêjin kolanan û perîşan bikin û got: "Dewlet ji xwe bi mehane li kampê zext û zîlmê li ser me dike. Dema dawî ku ji me re hatî diyarkirin roja Çarşemê ye. Ez bang li raya giştî dikim ku xwedî li me derbikevin."