Êdî dem hatiye…

Êdî dem hatiye ku cerdevanên ku heya niha beşdarî operasyonan dibin û destê wan di xwîna gerîla de heye bi paş de gav bavêjin. Li xwe bizîvirin û şiyar bin lê ger vê rastiyê nebînin weke ku gerîla jî dibêje wê dawiya wan bi destê gerîla be.

Di şeveke tarî de dagirkeran êrîşên pir giran anîn ser Xanrûta bedew. Şewq û ronahiya bûmbeyên ezmanî ku ji zikê belafiran xwe berdidan rûyê Xantûrê wê şevê ronî kir. Ne yek û ne didû, bi dehan belafir ku agir dibarandin li ezmanan digeriyan. xwestin dest bavêjin çiyayên xwedawendan û qirêj bikin. Li her derê bûmbe avêtin. Wisa avêtin ku rûyê Xntûrê hat guhertin. Bêguman ji bo Kurdekî ev dîmen ne xerîb e. Jixwe her roj gelê Kurd van pêkanînan dibîne û dibe qurbanê vê lê ya biêş wê piştre biqewimîye.

Leşkerên zirav qetandî xwe berdan Xantûrê û dest bi tevgerînê kirin. Lê zarokên vê axê dayika xwe bernedabûn, li bendê bûn, çawa ku ew dîtin, li wan dan. Leşker mîna mişkan nema zanîn wê xwe têxin kîjan konî. Yek bi yek bi pey hev diketin. Yên din jî wiha di dilê xwe de digotin, ‘’Ma ev çi felaketeke bi serê me de hat. Qaşo bi seatan me bûmbe avêt, ev ji ku derketin, ma ev xeyalet in.’’ Wisa ew şev dewam kir û bi rojan destan hatin nivîsandin. Taktîka dagirkeran ku bi riya teknîkê lêdin piştra xwe berdin edî weke berê bi ser nediket. Êdî dem û dewran wê bi afrînerî û vîna gerîla, bi destên çek hilgirtî wê were diyar kirin.

Arînê yek ji van gerîlayan bû. Ew û çend rêhevalên wê xwe amde kirin ku çalakiyekî pêk bînin. Çek, rext û bi zanebûneke şer berê xwe dan cihê çalakiyê. Li ser axa Heftanînê gav bi gav pêş de çûn. Her ku dimeşiyan hizrên parastina welat li ser rû û mejiyê wan serwer dibû. Piştî ku nêzî dijminê xwe bûn çalakiya xwe pêk anîn û encamên ku dixwestin bi dest xistin. Lê vê carê dijmin xwe li her derê belav kir û xwest wan têxin xefkê. Ew tîma gerîla ku ne xerîbî tarzê dijmin bû, bi awayekî serkeftî paş de zivirîn. Lê ji bo xwe biparêzin xwe belav kirin. Di encamê de Arîn dikeve cehekî teng û asê. Nişkave dengekî tê. Ev deng ji alî dijmin tê lê bi zimanekî ku jê fêmdike deng nêz dibû. Ew dijmin bi Kurdî dipeyivî û digot:’’Were teslîm bibe, em ê çi zerarê nadin te. Em jî Kurd in.’’ Arîn fêmkir ku ev cerdevanên ku di operasyonê de cih girtine. Kîn û nefreta Arîn zêdetir bû. Di encamê de wê dikarîbû xwe ji destê wan xilas bike û ji aliyên asê yên Xantûrê xwe berde.

Arîn piştî ku bi selametî gihîşt gel hevalên xwe bi havalên xwe re wê bûyerê parvekir û got:’’Min carekê dengekî bi Kurdî bihîst, ku banga teslîmbûnê dikir. Ew deng pir kirêt bû. Hema ji hemû nirxên mirovahiyê dûr bû. Dengê xayînan bû.’’ Arîn û rêhevalên wê dizanîn ku cerdevanên xwefirotî di nav operasyonê de cih girtine. Lê mijareke pir biêş bû ku Kurdekî bibine, Kurdekî bibine ku bi Kurdî bang li jineke Kurd dike da dûrkeve. Çi mirov hene ku ewqas li dijî azadiya xwe û gelê xwe rawestin. Ma mirov ewqasî ji hebûna xwe nefret dike. Belê ev rastiyek e, ne çîrok e. Gelê Kurd çiqas xeteke berxwedanê meşandibe û dimeşîne jî hinek mirovên nezan, ehmeq û hevkar hene ku heya niha bi dijminê xwe bawer dikin û li dijî tekoşîna azadiya gelê Kurd radiwestin. Cerdevanî bûye birînek li nav Kurdane Çiqas kêm bin jî lê rolekî astengdar jî dileyizin.

Îro, navê Heftanînê bûye navê berxwedan û qehremaniyê. Ev zêdetirî saleke ye ku dewleta Tirk a dagirker hewil dide Heftanîn bi giştî dagir bike lê biserneketî. Êdî hêza artêşa Tirk nemaye ku berxwedana gerîlayan rawestîne. Ew artêş ji darbên gerîla çi pergal pê ve nemaye. Bi berxwedaniyeke ku niha tê rêvebirin wê ew artêş wê têkçûneke dîrokî bixwe ku ti caran ji bîr neke. Jixwe ji ber ku vê rastiyê dibînin cerdevan û artêşa xwe ya bi peran xistine pêş. îro bi riya çend Kurdên xwefirotî dewleta Tirk xwe li ser lingan digre. Lê wê domdar nebe. Êdî dem hatiye ku cerdevanên ku heya niha beşdarî operasyonan dibin û destê wan di xwîna gerîla de heye bi paş de gav bavêjin. Li xwe bizîvirin û şiyar bin lê ger vê rastiyê nebînin weke ku gerîla jî dibêje wê dawiya wan bi destê gerîla be. Wê dîrok di lîsteyên lanetê de wan bike serkêş. Wê dayika Kurdistan ji wan bêrî bibe û di dîrokê de çi tiştek ji wan nemîne. erê, êdî dem hatiye.