Çû cenazeyê kekê xwe bîne, ji 'endametiya YPG'ê ceza xwar!

Kaplan, ku dema dixwest cenazeyê kekê xwe yê HPG'yî teşxîs bike hate girtin, di rûniştina yekemîn de bi îdîaya 'endametiya YPG'ê' ceza xwar. Parêzer Demîr got, bi vê biryarê re hiqûq ji hev hatiye xistin.

Yek ji fermandarên HPG'ê Soro Amed (Salîh Kaplan), di meha Sibatê de li herêma Omeryan a Mêrdînê di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da bû. Birayê wî Mehmet Kaplan, ji bo cenazeyê kekê xwe teşxîs bike, roja 2'ê Adarê çû navçeya Qoser a Mêrdînê, lê li wir hate binçavkirin. Piştî hefteyek li binê çavan, Kaplan ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Qoserê ve hate girtin. Kaplan roja 18'ê Gulanê careke din derxistin pêşberî dadgeriyê û vê carê çûyîna wî ya sala 2014'an a ji bo alîkariya Kobanê weke hincet hate nîşandan û bi îdîaya 'endametiya YPG'ê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Parêzer Gulşen Demîr der barê hinceta girtina muwekîlêx we de got, "Tenê wêneyek di destê wan de hebû û bi vê hincetê Mehmet binçav kirin. Wêne jî dema ku ji bo alîkariya însanî çûbû Kobanê hatibû kişandin. Ji ber vî wêneyî û lêpirsîneke din a li Amedê, muwekîlê me hate girtin."

Parêzer Demîr diayr kir, muwekîlê wê di rûniştina yekemîn de bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatiye cezakirin û roja 18'ê Gulanê jî li Dadgeha Cezayê Giran a li Mêrdînê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

'DEWLETÊ ÇÛYÎNA KOBANÊ ERÊ DIKIR'

Parêzer Demîr bibîr xist, ku Kaplan di 27'ê Îlona 2014'an de ji bo alîkariya însanî çûye Kobanê û anî ziman, biryarên dadgeriyê û dadgehên herêmî yên di wê demê de hatine dayin ji bo wan girîng e. Parêzer Demîr ragihand, rayedarên dewletê wê demê pêşî li çûn û hatina ji bo alîkariyê vedikirin û destnîşan kir, ku ji bo dewletê çûn û hatin di wê demê de ne pirsgirêk bû.

Demîr da zanîn, muwekîlê wê Kaplan jî mirovekî ji bo alîkariya însanî çûye Kobanê û bibîr xist, ku di wê demê de di daxuyaniyeke Wezareta Karên Hundir de hatibû ragihandin ku YPG rêxistineke terorê nîne û li gorî biryarên dadgehan jî çûyîna wê derê nabe ku weke endametiya rêxistinê bê dîtin.

'DI WÊ DEMÊ DE RAYEDARÊN PYD'Ê DIHATIN TIRKIYEYÊ'

Parêzer Demîr di dewama axaftina xwe de bibîr xist, ku di wê demê de rayedarên PYD'ê ji Kobanê dihatin Tirkiyeyê, hevdîtin dikirin û ev çûn û hatin jî bi destûra rayedarên Tirk dibû.

Demîr di dewama axaftina xwe de got, "Muwekîlê min ji bo alîkariya însanî li wir bû. Di dosyayê de ti delîl nîne ku nîşan bide ew tevlî çalakiyeke çekdarî bûye. Em bêjin 'li wir şer kiribe' jî, YPG rêxistineke li derveyî sînorê Tirkiyeyê ava bûye û li gorî pîvana serweriyê, ji aliyê hiqûqî ve nabe ku ceza li rêxistinbûneke li derveyî sînor hatiye avakirin û çalakiyên wê bê birîn. Li gel vê rastiyê dayina ceza, jihevxistina hiqûqê ye."

'MUWEKÎLÊ MIN JI BER KEKÊ XWE HATE CEZAKIRIN'

Parêzer Demîr anî ziman, muwekîlê wê birayê yek ji fermandarên HPG'ê Salîh Kaplan (Soro Amed) e, ku li herêma Omeryan a Nisêbînê di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest daye û diyar kir, muwekîlê wê ji bo teşxîskirina cenazeyê kekê xwe çûye Qoserê. Parêzer Demîr ragihand, di dema lêpirsînê de pirsên der barê kekê wî de ji muwekîlê wê pirsîne û destnîşan kir, ku pîvana 'şexsîtiya sûc' ji holê hatiye rakirin û bi zanebûn ceza lê hatiye birîn.