Çiyayê Tendurekê tê bombekirin

Leşkerên Tirk û cerdevanên li gundê Taşkesand ê Giyadînê bi cih bûne, bi obus û hawanan bombeyan li Çiyayê Tendurekê dibarînin.

Piştî ku Çiyayê Tendurekê yê navbera navçeyên Bazîd û Giyadînê yên Agiriyê roja 24'ê Gulana 2017'an weke "Herêma ewlekariyê ya taybet" hate ragihandin, operasyon û êrîş lê naqedin.

Leşkerên Tirk û cerdevanên li gundikê Ketê yê gundê Taşkesand ê Giyadînê bi cih bûne, obus û hawanan diavêjin Çiyayê Tendurekê. Leşker û cerdevan bi taybetî êrîşî herêmên Zozanê Kanîspî, Girê Nêriya û Merg Pelexê dikin.

Li Çiyayê Tendurekê, hêzên gerîla havînê derbên giran li artêşa Tirk xistibûn. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk ev der weke 'herêma qedexe' îlan kir.