Çiyayê Bagokê bi balafirên şer hate bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê weke 'herêma ewlekariya taybet' ragihand, bi balafirên şer bombe li qadê barand.

Li gorî agahiyan, hêzên dagirker di 31'ê Tebaxê de li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kirin û operasyon hîn jî dewam dike.

Piştî ku walîtiya dewleta Tirk 8 gund û qadên wan ên bejahî ji bo 15 rojan weke 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand, liv û tevgera leşkerî ya li herêmê zêde bû.

Qada Xirbê Xelo yê li bejahiya Çiyayê Bagokê saet di 05:30'î de bi balafirên şer hate bombekirin.

Piştî bombardûmanê qad ji aliyê 3 helîkopteran ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku ji herêmê dengê çekan bilind dibe û operasyona leşkerî dewam dike.