Çiyako: Divê gelê Rojhilat mîna ruhê 1999’an tevlî hemû cûre çalakiyan bibin

Endamê Meclîsa PJAK Ehwen Çiyako bal kişande ser komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û diyar kir ku divê gelê Kurd ên Rojhilat û hemû gelên bindest ên li Îranê ne îro bi ruhê serhildana 1999’an tevlî çalakiyan bibin.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako li ser serhildanên gelê Rojhilatê Kurdistanê ya pêvajoya 15’ê Sibata 1999’an, ruhê wê demê û di roja îro gelê Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê pêwîste bi ruheke çawa tevlî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bibe ji ANF’ê re nirxand.

‘CIWANÊN ROJHILAT HÊVIYA XWE DI RAMANÊN RÊBER APO DE DÎTIN Û WISA TEVLÎ BÛN’

Çiyako bal kişand ser pêvajoya komploya navneteweyî ya sala 1999’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin û helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê got: “Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji beriya Komara Îslamiya Îranê jî xwedî têkoşîn û sekin ya li dijî dagirkeriyê ye, lê ji destpêka hatina Komara Îslamiya Îranê ve bi şêweyekî berfireh û çalaktir ji dagirkeriyê re got; ‘Na’. Ji sala 1979’an heya destpêka 90’î gelek berdêl dan, lê ji ber lewazbûna pêşeng û kêmasiyên rêber û wan partiyên ku wê demê siyaseta Kurd bi rêvedibirin, xwe negihandin encamekî ku hêjayê wê têkoşîn û berdêlan be. Di encama wê yekê de du xal derketin pêş ku ji aliyekê ve rejîma ku nehiştibû gelê Kurd bigihîje mafên xwe û wan serkut dikir xwe pir bi hêz didît, ji aliyê din ve jî gel bi şkestinê û bê hêvîtiyê re rû bi rû bibû. Lê tevî wê jî ciwan û xwendevanan bi rengekî berdewam ji bo peydakirina rêbezeke nû di nava têkoşîn û lêgerînê de bûn. Di heman demê de stratejiya netewî û şoreşgerî ya Rêber Apo hewl dida ku li Rojhilatê Kurdistanê xebat û têkoşînê bivejîne. Ev du xalane ango lêgerîna navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û stratejiya netewî û şoreşgerî ya Rêber Apo, di destpêk û navgîna salên 90’î de bi awayeke lezgîn destên xwe dane hev û tovê têkoşîna Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê hate çandin. Bê guman vekirina kanala televîzyonî ya MED TV ku yek ji destketên têkoşîna Rêber Apo bû bandoreke pir mezin ya ji bo ku Rojhilat hem Rêber Apo baştir nas bike û hem jî Tevgera Apoyî hîn zêdetir rastiya Rojhilatê Kurdistanê nas bike. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê hêviya xwe di ramanên Rêber Apo de dîtin û tevlî nava refên gerîla bûn. Her çi qasê kêm jî be lê gelek kes di nava gel de ketin ser şopa rêbazê Rêber Apo.”

‘GEL GOTIN; EZ HÊ LI SER PIYAM E, ÇALAKÎ BELAVÎ HEMÛ ROJHILATÊ KURDISTANÊ KIRIN; ATMOSFEREKÎ ŞOREŞGERÎ ÇÊKIR’

Endamê Meclîsa PJAK’ê Ehwen Çiyako, qala rewşa civakê û gel a wê demê kir û wiha pêde çû: “Bandora wan hemû faktorane li ser heybeta Rojhilatê Kurdistanê, di pêvajoya komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê xwe de der. Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi berteka xwe ya li hemberî destgîrkirina Rêber Apo, ji aliyekê ve dixwest xwedî li wê hêviya nû ku di şexsê Rêber Apo de peydakiribû derbikeve. Li aliyê din jî hem kîn û hêrsa xwe li hemberî komplogeriya ku ji aliyê dagirkeran ve li ser rêberên Kurd û gelê Kurd pêkanîne nîşan da, di heman demê de bi vê hincetê re xwest ji dagirkeriya dewleta Îranê re bêje ku ‘Ez hê jî li ser pêyanim’. Em dikarin bêjin ku di navbera xwedîderketina li Rêber Apo û berteka li hemberî komploya 15’ê Sibatê de, xwedîderketin û berteknîşandayîna Rojhilatê Kurdistanê ji hemûyan cudatir bû; hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê li xwe girt, gel bi rengekî girseyî daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan û heybeteke welatparêzî û netewîbûnê raber kir. Atmosfereke şoreşgerî li Rojhilatê Kurdistanê çêkir. Em dizanîn ku rejîma Îranê xwe li ber wê ranegirt û ji bo ku çanda serhildanêli Rojhilatê Kurdistanê bingehê xwe nemîne, êrîş bire ser serhildanan û zêdetirî 50 kes bi taybetî li bajarê Sine şehîd bûn. Lê belê berewajiya bendewatiya rejîmê ku wer dizanî bi vê şêwazê dikare dawî li serhildana bîne, ev yek bû bingehê tevgera nû ya Rojhilatê Kurdistanê ya bi teybetmendiya Apocîtiyê.”

‘PÊWÎSTIYA ME ÎRO JÎ BI RUHEKÎ ŞOREŞGERÎ Û NETEWÎ YA XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO YA SALA 1999’AN HEYE’

Çiyako bal kişand ser ruhê gelê Rojhilatê Kurdistanê ya sala 1999’an a li dijî komploya navneteyî ya li ser Ocalan û ev nirxandin kir: “Di rastiyê de îro pêwîstiya me bi ruhê şoreşgerî û netewî ya xwedîderketinên li Rêber Apo ya sala 1999’an a Rojhilatê Kurdistanê heye. Pêwîste careke din bi wê ruhê ve ji dijminên xwe re îsbat bikin ku em neteweyekin ku bi hev re dikenîn û digirîn. Bi eşkereyî ji dijmin re bêjîn ku pêşeng û rêberên me nirxên me ne û parçekirina welatê me ya di encamê dagirkeriya we de, hestê şoreşgerî û netewiya me nikare bi tu awayî parçe bike û em ê bi şêweyekî yekgirtî ber bi serketinê ve diçîn. Bi ruhê gelê şoreşgerî ji dagirkerên Kurdistanê hesab bixwazîn. Eger dijmin bi girankirina tecrîdê re tola wê ji Rêber Apo ku dagirkerî têkda, gel hişyar û bi rêxistinkir û di heman demê de gelek planên faşîstî û dagirkeriyên wan yên li ser herêmê vala derxist digre, pêwîste bi ruhê netewî û şoreşgerî ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê tê bikoşîn û bi misogerkirina azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ji dijmin û dagirkeran tola xwe hilînin.”

‘JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊWÎSTIYA GELÊ KURD Û GELÊN DIN ÊN DI BIN DAGIRKERIYA ÎRANÊ DE NE BI MODELA RÊBER APO HEYE’

Çiyako wiha domand:Ji destpêka salên 90’î heya digihîje salên destpêkê yên sedsala 22’an piştî wan şkestinên ku şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pêk hatî, bê dengî û bê hêvîtiyek di Rojhilatê Kurdistanê çêbibû û dewletê dagirker a Îranê jî serxweşiya wê dijiya ku dawî li daxwazên gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê aniye. Ev pêvajoye dişibe pêvajoya komkujiya Dersimê ya sala 1937’an heya avabûna PKK’ê li Bakurê Kurdistanê. Wate tirs, bê hêvîtî û zexteke bê sînor yê dewletê li ser civaka Rojhilatê Kurdistanê çêbûbû. Bê guman avabûna Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser raman û rêbazê Rêber Apo dest bi têkoşînê kir, îro ev tablo guheriye û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê bi şêwazekî şoreşgerî li pey doza xwe dimeşe, di heman demê de ji bo rizgariya xwe tê dikoşe û bi rengekî ber biçav xwedî li rojeva parçeyên din ên Kurdistanê derdikeve. Di heman demê de dewleta Îranê ya dagirker ku serxweş bûbû ku dawî li daxwazên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê aniye, îro ji her demê zêdetir bi vîna rizgarîxwaziya gelê Kurd re rû bi rû bûye. Her wiha sîstema Konfedralîzma Demokratîk wek modela çareserî ya Rêber Apo pêş xistî ku ji her derê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û gelên din ên bindest yên di bin dagirkeriya dewlet-neteweya Îranê ne heye, Rêber Apo ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û gelên din ên zilm li wan hatî kirin û di bin dagirkeriya dewleta Îranê de ne pêşxistiye.

‘ERKÊ GELÊ KURD Û GELÊN DIN ÊN HEJAR ÊN LI ROJHILAT Û ÎRANÊ HENE KU BI ÇALAK TEVLÎ HEMÛ ÇALAKIYAN BIBIN’

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako herî dawî diyar kir ku divê her kes xwedî li Rêberê Gelê Kurd derbikeve, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin got: “Bi boneya 23’emîn Salvegera Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêber Apo pêkhatî, wek gelê Kurd bi giştî û gelên şoreşger, erkê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên ji aliyê dewlet-neteweya Îranê ve hatine dagirkirin ev e ku bi rengekî bi bandor xwedî li Rêber Apo derkeve û asta berpirsiyartî û çalakiyên di çarçoveya pêngava “Dem, dema azadiyê ye” û di heman demê de ya “Ji îdamê re na, dem, dema demokrasiyê ye” bilind bike. Dîsa nasandina fikr û ramanê Rêber Apo û jiyandina wî li Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê erkekî din a xwedîderketina li Rêber Apo ye. Em dizanîn weke her sal di çarçoveya şermezarkirina komployê û azadiya Rêber Apo plansaziyeke çalakiyan ji aliyê Tevgera Azadiya gelê Kurd û dostên wê tê diyarkirin. Di vê çarçoveyê de kampaniya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber Apo di meriyetê de ye. Erkê şoreşgerî û welatparêziya ku ji gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê û gelên din ên Îranê tê xwestin ev e ku bi rengekî çalak tevlî hemû cûre çalakiyên hatinî plankirin bibe û di heman demê de li gorî taybetmendiya navxweyî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo li darxistina çalakiyan bi şeklekî xuluqkar tevbigere. Bê guman Rêber Apo çawa ku rêberê giştî yê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê hemû gelên bindest, jinan, çîn û kesimên mezlûm e. Ji ber ku proje û dîroka têkoşîna wî ji bo rizgariye gelên bindest, jin û zehmetkêşan e. Lewre têkoşîn ji bo azadiya wî, hemû gel, çîn û kesimên rizgarîxwaz e.”