Çiya: Dewleta Tirk li hemberî têkoşîna me kete nava krîzeke giran

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Çiya anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ketiye nava krîzeke kûr û got, şerê ku di 8 salên dawî de qewimî ispata vê yekê ye.

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Çiya bi wesîleya salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê ji ANF'ê re axivî.

DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ BERXWEDANA GERÎLA TÊK ÇÛYE

Yaşar Çiya li ser Pêngava 1'ê Hezîranê nirxandineke bi vî rengî kir: "Em salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê di serî de li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz û hevalan hemûyan pîroz dikin. Şehîdên leheng ên Pêngava 1'ê Hezîranê di şexsê Fermandar Fazil Botan, Gulçiya Gabar û Leyla Amed de bi bîr tînin. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Soza serketinê ya ku me dane Rêber Apo, şehîdên xwe û gelê xwe bi vê wesîleyê dubare dikin.

Têkoşîna me ya li dijî dewleta Tirk îsal kete sala 50'emîn. Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo li dijî dagirkeriya li Kurdistanê tê meşandin, 50 sal li pey xwe hişt. Bi vê wesîleyê şehîd û lehengên vê têkoşînê em careke din bi bîr tînin.

Rastiya têkoşîna ku Rêber Apo li dijî dewleta Tirk dimeşîne tê zanîn. Rêber Apo, tevgera me û piraniya tevgerên cîhanê ev têkoşîn nirxandin. Rastiya têkoşîna ku em ji sala 2015'an û vir ve li dijî dewleta Tirk a dagirker dimeşînin jî li holê ye. Li dijî pêngava siyasî û civakî ya Şoreşa Rojava, ku paradîgmaya Rêber Apo pejirandiye, dewleta Tirk a faşîst dagirker li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd plana qirkirinê danî. Bi vê planê êrîşî Tevgera Azadiyê kir. Biryara li ser êrîşên qirker di sala 2014'an de dan û sala 2015'an jî xistin meriyetê. Dawiya vî şerî diyar e, dewleta dagirker negihîşt armanca xwe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurd ev pîlan têk birin. Dewlet kete nava krîzê. Di şexsê AKP-MHP'ê de dewleta Tirk xwest ku polîtîkaya xwe ya qirker, înkarê bigihîne asta herî bilind û encamê werbigire. Di şerê 8 salan de bi têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re dewleta Tirk nekarî vê plana xwe ya qirkirinê bi ser bixîne û têk çû."

GEL DIXWAZE JI VÊ REJÎMÊ XILAS BIBE

Yaşar Çiya anî ziman ku dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna gerîla hem li hundir hem jî li derve ketiye nava krîzê û wiha dewam kir, "Li hundir kete nava krıza aborî, siyasî û civakî. Dewlet bi temamî kete nava krîzê. Ji bo ji vê krîzê rizgar bibe hesabê wê yekê kir ku bi rêya hilbijartinê temenê xwe dirêj bikin. Piştî erdheja 6'ê Sibatê rewşa dewleta Tirk hîn bêhtir nebaş bû. Beriya hilbijartinê her eksî dît ku êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gel û tevgera Kurd têk çûne. Hesab dikirin ku êdî dema dawî ya AKP û MHP'ê ye. Gel jî bi vî rengî fikirî. Ya rast gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê dixwestin ku ji vê rejîmê rizgar bibin. Ji ber ku di şexsê vê rejîmê de di nava krîzê de bûn. Lê belê hilbijartin ji hilbijartinê wêdetir bi rengê desteserkirina dewletê bû. Di şexsê AKP-MHP'ê de hemû derfetên dewleta Tirk hatibûn desteserkirin. Derfetên dewletê hemû bi kar anîn.

Wan hesabê vê dikirin; ji aliyê leşkerî ve AKP-MHP têk çû, lê belê ev têkoşîn ne tenê ya AKP-MHP'ê ye, têkçûna dewleta Tirk e. Ji bo mejiyê xwe weke meseleyeke sed salî dîtin. Ji ber vê yekê tevî ku weke hilbijartineke demokratîk nîşan dan jî ji aliyê cewherî ve ne welê bû. Derfetên dewletê hemû hatibûn bidestxistin. Li gel hemû saziyan. Atmosfereke welê afirandin ku qaşo gel piştgiriya wan dike. Lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Dewleta Tirk di dîroka xwe de yekemcar hîleyeke pergalî kir. Ev yek gaveke nû ye. Mesele AKP-MHP nîne. Mesele mejiya faşîst ê dewleta Tirk e. Ji xwe AKP-Erdogan li ber destê dewletê mîna pêlîstokê ne. Dewletê Erdogan dîl girtiye. Erdogan tenê nasnameyeke. Hin rewşên Erdogan hene, dewlet wan bi kar tîne. Mîna nasnameya Îslamî... Vê yekê baş bi kar tînin. Hem li ser Bakurê Kurdistanê hem jî li ser Rojhilata Navîn bi kar tînin. Divê ev rastî bê dîtin. Girîng e ev yek ji gel re bê vegotin û bê dîtin."

DEWLETA TIRK DI DEMA HERÎ LAWAZ A DÎROKA XWE DE YE

Yaşar Çiya destnîşan kir ku encamên hilbijartinê îradeya gelên Tirkiyeyê temsîl nakin û got, "Ev yek îradeya gelên Anatolî û Bakurê Kurdistanê nîne. Bi vê wesîleyê vê yekê bibêjim. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji xwe îradeya xwe nîşan da. Di hilbijartinê de nexşeya Kurdistanê derkete holê. Rejîm red kirin. Bi vê wesîleyê gelê me yê welatparêz silav dikim. Ji ber serketina wan, wan pîroz dikim. Ev yek serketineke dîrokî ye, peyameke dîrokî ye li hemberî dewleta Tirk a faşîst dagirker.

Divê em vê yekê jî bibînin; dewleta Tirk di şexsê AKP-MHP'ê de di hilbijartinê de xwe serketî nîşan dide. Lê belê rewş ne bi vî rengî ye. Kaos û krîza ku ketiye nav, bi çi rengî rû da? Di encama hewldan û têkoşîna gelê Kurd de pêk hat. Hem beriya hilbijartinê hem jî piştî hilbijartinê welê nîşan didin ku mîna wê ji krîzê rizgar bibin, lê belê bi vî rengî nîne. Tevgera me beriya hilbijartinê ev rewş nirxandibû. Dewleta Tirk di dema xwe ya herî lawaz de ye. Vê hilbijartinê ew xurt nekiriye, ew lawaz in. Dewleta Tirk di şexsê AKP-MHP'ê de 8 salên dawî çi jê hat, kir. Ev asta herî bilind e. Bi taybetî di nava du salên dawî de ev şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşandin. Xwestin ku îradeya gel û tevgera me teqez bişikînin. Nekarîn, têk çûn. Bi vê têkoşînê têk çûn. Di hilbijartinê de jî gel hêvî dikir ku wê têk biçin. Ji ber ku gel piştgiriyê nade wan. Lê belê hîleyeke welê kirin, mîna ku gel piştgiriya wan dike, nîşan dan. Lê gel piştgiriya wan nake. Mejiyê faşîst ê ku ew didin pêş, bandorê li rêjeya ji sedî 5 a civakê jî nake. Ev projeyeke. Bi hîleyê dewletê bi rê ve dibin. Xwe serketî nîşan didin û bi vî rengî dixwazin hêviyê bidin civakê. Mîna ku AKP-MHP ji nû ve bûye desthilatdar û bi vê yekê re dixwazin hêviyê çêbikin. Vaye şer dewam dike. Îradeya gelê azad teslîm digirin. Rastî bi vî rengî nîne. Hilbijartin jî wê nikaribe dewleta Tirk ji rewşa krîz û kaosê rizgar bike. Eger di polîtîkayên qirkirinê de israr bikin, ev rewşa wan wê hîn bêhtir nebaş bibe. Her kes bi vê zane. Dewleta Tirk jî baş bi vê zane. Dema ku peyamên hem berî hem jî piştî hilbijartinê rast bêne xwendin, wê bê dîtin ku haya wan jî ji vê heye."

BERXWEDANA GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ DEWLETA TIRK XIST NAVA KRÎZÊ

Yaşar Çiya ragihand ku dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd ketiye nava krîzeke pergalî û işaret bi van xusûsan kir: "Ya ku dewleta Tirk xiste nava vê rewşê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Di dîroka me ya têkoşînê de gelek caran krîzan rû dan. Hilbijartin hatin kirin, hilbijartinên pêşwext hatin kirin. Lê belê rejîmê her tim xwest xwe li ser piyan bihêle. Dewleta tirk cara yekê ye ku li hemberî têkoşîna me ketiye nava krîzeke ewçend kûr. Li hemberî têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo cara yekê ye ku ketiye rewşeke ewqasî zehmet. Şerê  salên dawî ev yek ispat kir. Têkoşîna azadiyê wê ji vê qonaxê û pê ve bi gelê me re biçe encamê.

Rêber Apo piştî ku dîl hate girtin li Îmraliyê berxwedan û paradîgmayeke nû destnîşan kir. Wî li dijî rejîman sîstemeke alternatîf afirand. Rêber Apo xwest ku rejîm demokratÎk bibe, îradeya gelê Kurd nas bike. Mixabin wan pêşniyarên Rêber Apo û tevgera me red kirin. Li hemberî vê yekê jî Rêber Apo stratejiya têkoşîna şoreşgerî ya gel danî holê. Dema ku stratejiya têkoşîna şoreşa gel herî zêde bi xurtî kete dewrê ev 8 salên dawî ye. Divê em rast fêhm bikin. Stratejiya ku Rêber Apo danî ber me, stratejiya serketinê ye. Lingekî vê stratejiyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, lingê din jî gel e. Di nava gel de Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) pêşengiyê ji stratejiya têkoşîna şoreşê ya gel re dike. Di şexsê Çiyager, Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de ku pêşengên wê yên destpêkê bûn, têkoşîneke dîrokî hate kirin. Di vê demê de yanî di nava 8 salên dawî de têkoşîneke xurt hate meşandin. Lê belê asta ku Rêber Apo ji me dixwaze, me nekarî pêk bînin. Têkoşîn tenê bi gerîla dimîne. Du lingên stratejiya me hene. Têkoşîna bi hev re ya gel û gerîla. Eger gerîla bi tenê bimîne wê ev berxwedan pêk were. Bi pêşengiya YPS'ê eger gel bi rola xwe rabe, hingî stratejiya me stratejiya serketinê ye. Kes nikare li pêşiyê bisekine. Tişta ku dijmin herî zêde jê ditirse, lingê gel ê vê stratejiyê ye. Dixwaze ku stratejî tenê li ser milê gerîla bimîne. Bala xwe bidinê, dijmin çi dike? Dor li gerîla digire. Dixwaze têkoşîn tenê li çiyê bimîne. Di şexsê Mehmet Tûnç, fermandar Çiyager û Asya Yuksel de têkoşîneke dîrokî hate meşandin. Kêm ma be jî encameke cidî û dîrokî hate afirandin.

Ciwanên Kurd tevlî nava têkoşînê bûn. Tevlî pêvajoyê bûn. Tevlî nava gerîla bûn. Lingê herî girîng ê stratejiya Rêber Apo gerîla ye, hîmê esasî gerîla ye. Li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Encamên xwe jî li holê ye. Bi taybetî di nava du salên dawî de li Zap, Avaşîn û Metînayê hêza gerîlayên Kurdistanê şênber bû. Lingê din ê vê stratejiyê gel û YPS ye. Eger em rast fêhm bikin, li Bakurê Kurdistanê û metropolan rast bi cih bînin, wê têkoşîneke dîrokî bê afirandin. Mînak salên dawî piştî şerê Zap, Avaşîn û Metînayê bi sedan, bi hezaran ciwanên Kurd ji bo xwe bigihînin qadên gerîla bi me re dikevin nava têkiliyê. Hinek tên tevlî nava refên gerîla dibin. Yên ku derfetên xwe yên hatinê peyda nekirin, bila ji bîr nekin; bila li gorî stratejiya Rêber Apo tevbigerin.

Stratejiya me ay din gel e. Bila ji bîr nekin ku her ciwanekî Kurd milîtanekî YPS'ê ye. Şervanên Çiyager û Zerya ye. Bi sedan ciwanên Kurd hene, bi înîsiyatîf çalakiyê dikin. Febrîqe, wesayitên dijmin dişewitînin. Înîsiyatîfê werdigirin û vê dikin. Em ji vê derê wan silav dikin. Ew li ser rêya rast in. Ew li ser rêya Çiyager û Zerya ne. Divê îradeya gelê me bê naskirin. Eger neyê naskirin divê Şerê Gel ê Şoreşgerî bikeve dewrê. Dema ku Şerê Gel ê Şoreşgerî kete dewrê jî divê gel û gerîla bibe yek. Divê ne tenê li Bakurê Kurdistanê be. Ev şer divê li tevahiya metropolên Tirk belav bibe. Ciwanên Kurd divê xwe ji vê yekê re amade bikin. Em ji vê derê bang li ciwanên welatparêz ên Kurd, ciwanên Amed, Garzan, Botan, Serhed û metropolan dikin. Hêza herî mezin ciwanên Kurd e. Dijmin timî ji hêza ciwanan tirsiya ye. Bala xwe bidin ser, ji bo ciwanan bitirsîne timî êrîş dike, digire, qetil dike. Ciwanên Kurd ji ber ku bi Kurdî axivîn hatin qetilkirin. Ji ber ku li tembûrê dixin, distirên têne kuştin. Ji ber ku ji ciwan û gelê Kurd ditirsin. Dijmin di vê mijarê de lawaz e."

DIVÊ CIWANÊN KURD AMADE BIN KU BI ROLA XWE RABIN

Yaşar Çiya bal kişand ser girîngiya wê yekê ku ciwanên Kurd bi rola xwe rabin û got, "Dijmin di şer de israr dike. Bi taybetî van herdu salên dawî dixwaze Kurdistanê wêran bike. Êrîşî cografya me, mirovên me, her tiştên me dikin. Li hemberî vê yekê jî divê ciwanên Kurd xwedî seknekê bin. Ew bi çi rengî nêzî Kurdistanê dibin, her ciwanekî Kurd jî li metropolên Tirkiyeyê dikarin bi heman rengî tevbigerin." Fermandar Yaşar Çiya destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd xwe amade bikin ku bi rola xwe rabin û got, "Îradeya ku di hilbijartinan de derkete holê îradeya wan nîne. Îradeya gel hatiye desteserkirin. Gel dixwazze ji vê rejîmê rizgar bibe. CHP, MHP û AKP hemû ji aliyê cewherî ve yek in. Hemû naxwazin îradeya demokratîk û azad a gel şênber bibe. Dixwazin pêşî lê bigirin. Ciwanên Kurd jî li hemberî vê yekê divê xwedî seknekê bin."