Çîroka Seîdê Çinê yê Tatosî

Îbrahîm Seîd ku li gundê Tallo yê Tatosê hatiye dinê, piştî ku tevlî berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd bû jiyana wî vediguhere serpêhatiyekê.

Îbrahîm Seîd piştî berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd li sê welatên cuda dibe qeçax. Weke leşkerê du welatên cuda tevlî du şerên cîhanê dibe. Îbrahîm Seîd (Seîdê Çinê) ku jiyana wî li welatên cuda di çeperên şer de derbas dibe, 1970 li Enqereyê wefat kir.

Îbrahîm Seîd, bi navê din Seîdê Çinê 1986’an li gundê Tallo yê Tatosê yê Erziromê hatiye dinê. Seîd yek ji du zarokên Îbrahîm bû. Îbrahîm endamê Eşîreta Cîhanbeylî bû ku bi sewalvanî û cotkariyê re mijûl dibûn. Îbrahîm Seîd bavê xwe di temenê zû de winda kir û bi dayik û bira/xwişka xwe re bi sewalvanî û cotkariyê re mijûl dibe. Hîna nû ketibû ciwantiya xwe. Dema ku Şerê Cîhanê yê 1’emîn destpê kir, Osmanî jî beşdarî şer bû û jiyana bi hezaran ciwanan serûbin kir. Dewleta Osmanî çek kir destê bi sed hezaran ciwanan de û şand mirinê. Îbrahîm Seîdî jî di temenê 18 saliya xwe de bi zorê hat şandina leşkeriyê.

DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 1'EMÎN DE LEŞKERÊ OSMANÎ YE

Di encama şerê di navbera Osmanî û artêşa Rûsyayê de gelek bajarên Serhedê yên Kurdistanê ji aliyê Rûsan ve hatin dagirkirin. Alayên Milîsan ku ji aliyê eşîretên Kurdan ve hat avakirin, li çeperên bajarê Agirî, Bedlîs, Erzirom, Mûş û Çewlîgê li dijî artêşa Rûsan şer kirin. Îbrahîm Seîdî jî weke leşkerê Osmanî salekê tevlî şerên li herêma Qersê dibe. Li dijî pêş ve hatina artêşên Rûsan, li Hasankale û Mûşê di çeperên ji aliyê fermandariya Mîralay Xalid Beg ve hatî avakirin, cih digire.

Îbrahîm Seîd di vê pêvajoyê de dibe şahidê hilweşîn, koçberî û qetlîama li Kurdistanê. Dibe şahidê mirina bi hezaran mirovan. 90 hezar leşkerên girêdayî Kolordûya 9’emîn bêyî ku guleyekê bavêjin, li çiyayên Allahûekber diqerisin û dimirin. Ev yek ji bo Îbrahîm Seîd dibe hêrsek mezin. Di heman demê de dibe şahidê komkujiya Ermeniyan a di demê Osmaniyan de qewimî.

PIŞTÎ ŞER DEMEKÎ NÛ

Îbrahîm Seîd piştî ku şer diqede divegere warê xwe, li gundê xwe bi malbata xwe re karê cotkariyê didomîne. Lê nikare guhertina ku li xakên di bin desthilatdariya Osmanî de çêbûne, ji nedîtî ve were. Guhertinên neteweyî û civakî ya Kurdan û siyasetmedarên Kurd ji nêz ve dişopîne. Li Erziromê bûyerên ku li dora Mîralay Xalid Beg çêdibin, bi meraq dişopîne. Bêyî navber diçe Xinûsê û serdana Şêx Seîd dike û mijarê siyasî yên li wir tên axaftin, bi meraq guhdar dike û bi derdora xwe re parve dike.

WEZÎFEYA PARASTINA ŞÊX SEÎD

Rejîma Komarê ya ku nû hatî avakirin, li Erziromê Mîralay Xalid Beg dîl digire û Şêx Seîd banî îfadeyê dike. Ev yek dibe sedem ku rûpelek nû di jiyana Seîd de destpê bike. Gotina, wê rejîma Kemalîst Şêx Seîd bigire, wê pir bandor dike. Çeka xwe hildigire û diçe gundê Qolhîsar ê Şêx Seîd. Kurdên ku ji Tatos, Xinûs, Gimgim, Qereyaziyê û navçeyên derdor tên, li Qolhisarê nobet digirin. Şervanên Kurd ku li gund û derdora wê cih digirin, li dijî dîlgirtina Şêx Seîd wê bi çekê bersivê bidin. Îbrahîm Seîd jî yek ji van şervanan e.

Şêx Seîd piştî nimêja Îniyê da kirin, ji Xinûsê diçe. Ev nimêja Îniyê, di heman demê de dibe nimêja dawî ya ku li Xinûsê dayî kirin. Nêzî 40 şervanên Kurd ên bi çek, bi Şêx Seîd re diçin. Îbrahîm Seîd jî di navbera wan de ye. Di geşta ku Şêx Seîd li herêma Şûşarê dike de, dibe yek ji kesên wezîfeya parastina Şêx Seîd dike. Di heman demê de hetanî roja kongreyê ya rêxistina AZADÎ weke parêzvanê Şêx Seîd wezîfeya xwe bi layiqî tîne cih. Piştî ku kurê mezin ê Şêx Seîd Şêx Alîriza li Stenbolê beşdarî kongreyê dibe, Îbrahîm Seîd bi Şêx Alîriza re vedigere Xinûsê. Şêx Seîd ber bi Çewlîg û Amedê ve dikeve rê, Şêx Alîriza jî ji bo ku eşîretên li Xinûs û Mûşê ji bo serhildanê amade bike divegere.

Li Pîranê di 13’ê Sibatê de Îbrahîm Seîd bi destpêkirina berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd re, êdî li gel Şêx Alîriza beşdarî şer dibe. Seîd di serdegirtina ku li qereqola li gundê Hacî Omer a Tatosê tê kirin de, cih digire. Ji wir jî beşdarî dorpêçkirina li Xinûsê tê kirin, dibe. Ji Melazgir, Kop û Gimgimê heta Xinûsê di serdegirtinan de bi aktîf rol digire.

ŞERÊ ŞERVANŞER Û RÊWITIYA ÎRANÊ

Şêx Seîd li Pira Abdûrrahman Paşa dîl tê girtin, ev yek ji bo şervanên Kurd dibe destpêka lêgerîneke nû. Keremê Kolagasi, Şêx Alîriza, Silêmanê Ehmed û kurê wî şervanê Kurd ê efsanewî Ferzende Beg ku kadroyên pêşeng ên AZADÎ’yê ne û şervanên wan, ji bo biçin Îranê li Melezgirtê kom dibin. Ji wir jî li gundê Şervanşer ê Hesenanli Xalid Beg ku yek ji kadroyên AZADÎ’yê ye, tên ba hev. Artêşa Tirk derdora gund digirin û di navbera artêşa Tirk û şervanên Kurd de yek şerê herî bi xwîn çêdibe. Şervanên Kurd ji bo qadên nû yên berxwedanê ava bikin û şer bidomînin, ber bi Îranê ve dikevin nava rêwîtiyeke zehmet. Ji şervanên demê yên navdar Neboyê Keleş, Hesenanli Çavreş û Îbrahîm Seîd ji vê meşa dîrokî re ya di werza berfê de, pêşengiyê dikin. Di meşê de şervanên mîna Keremê Kolagasi û Ferzende Beg di rê de ji bo îhtimala şer yekîneya şervanan organîze dikin, Îbrahîm Seîd û hevalên wî jî li pêşiya yekîneyê guzergeha rê diyar dikin. Rê ji xeynî şopandina artêşa Tirk vediguhere rêwîtiyek ku di nava îxbar û serdegirtinên eşîretên hevkar de, derbas dibe. Ji bo bêbandorhiştina planên ku eşîretên hevkar li ser rêyan danîn û taktîkên mîna ku ji rêyên artêşa Tirk dûrketin, di bin berpirsyarî û kêrhatina Îbrahîm Seîd de ye. Wezîfeya xwe ya ewlehî û rehberiyê heta Îranî bêyî şaşitî didomîne.

Di bin berfa zêde de rêwîstiya li lûtkeya Çiyayê Agiriyê û heta Îranê, bi saxlemî diqedînin. Lê hîna mirov nikare bibêje ku bi temamî rizgar bûne. Êdî di nava sînorên dewleteke din a mêtinger de ne.

Şervanên Kurd digihijin bajarê Tehrîz ê Îranê û li qereqola Emîr Tûman, windahî didin. Fermandarê Îranî êrîşî Şêx Alîriza dikin û li ser vê yekê li baxçeya qereqolê şer diqewime. Di vî şerî de ji pêşengên Eşîreta Hesenan Silêmanê Ehmed, Keremê Kolagasi jî di nav de 30 şervanên Kurd jiyana xwe ji dest didin. Îbrahîm Seîd ji vî şerî saz rizgar dibe û di nava Tebrîzê de şopa xwe dide windakirin.

BI ZILAMÊN SIMKO RE ŞER DIKE

Li wir piştî ku Şêx Alîriza demekê tê girtin û berdan, wî dibîne û diçin cem Simko. Îbrahîm Seîd li ber nêzîkatiyên nerênî ku Simko li hemberî zarokên Şêx Seîd raber dike, tehemûl nake. Ji fermandarên Simko kesekê bi navê Nedo heqaretê li Şêx Alîriza dike. Seîd bersiva wî dide û wî birîndar dike. Di şerê ku çêdibe de Îbrahîm Seîd xwe ji zilamên Simko rizgar dike, piştî revîna ku çend rojan li çiyayan didome nikare xwe ji şopandina zilamên Simko rizgar bike. Lê di şerekî de qada teng dibe û Seîd xwe diavêje û rizgar dibe.

JIYANA LI SÛRIYEYÊ Û ŞERÊ BI ERMENIYAN RE

Ji qadên çiyayî derbasî Başûrê Kurdistanê û ji wir jî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Demekî kurt li Qamişloyê dimîne. Li wir bi kesên endamê eşîreta xwe re têkîliyê datîne û diçe Şamê. Li Şamê Eşîreta Cîhanbeglî ku endamê wê ye, xwedî lê derdikeve. Li Taxa Salihiye ya Şamê dikanek biçûk vedike û xeyal dike ku derbasî jiyaneke normal bibe. Li Sûriyeyê ku di bin kontrola Fransiyan de ye, Ermenî jî xwedî cihekê girîng in. Rastî Ermeniyên ku ji ber qirkirina Ermeniyan a di demê Osmanî de ji Erziromê koç kirine, tê. Di heman taxê de Ermenî gefê lê dixwin û pereyan jê dixwazin. Îbrahîm Seîd daxwazên gef û pere dîkat nagire. Koma Ermenî êrîşî dikana wî dike. Bi wê komê re şer dike û du Ermeniyan bi kêrê dikuje. Piştî bûyerê demekê ji aliyê xizmên xwe ve tê veşartin. Komên Ermenî li her derê lê digerin. Qada tevgerê her ku diçe teng dibe. Xizmên wî jê re dibêjin ku ew êdî nikarin xwedî lê derkevin û yekane çare jî ew e ku tevlî Lejyonên Fransî bibe.

LI BEYRÛTÊ DIBE LEJYONERÊ FRANSÎ

Tê plankirin ku ji Şamê derbasî Beyrûtê bibe. Cihê ketin û derketina taxa ku lê dimîne, ji aliyê Ermenî û polîsên herêmê ve tê girtin. Îbrahîm Seîd cil û berên xwe jinan li xwe dike û dikare ji taxê derkeve. Ji wir jî diçe Beyrûtê û tevlî artêşa Lejyoner a Fransayê dibe û jiyana wî ya zehmet dewam dike. Piştî qeçaxtiya li Tirkiye û Îranê, êdî li Sûriyeyê jî fîrarî ye.

JI CEZAYÎRÊ BER BI HINDÎ ÇÎNÊ

Bi keştiyê debasî mêtingeriya Fransî Cezayîrê dibe. Li vir piştî ku demekê wezîfe dimeşîne derbasî Laosê ku parçeyekî Başûrêrojhilatê Asyayê ya dewleta Fransî ye, Kamboçya û Vîetnamê (Hindî Çîn-Çîna Fransî) dibe. Li paytexta Vîetnamê Hanoiyê, li kampek a ayîdê artêşa Fransî dimîne. Li cihên cuda ya herêma Hindî Çînê wezîfe digire. Li Vîetnamê dizewice û zarokên wî çêdibin. Îbrahîm Seîd ji ber serkeftina xwe ya weke lejyon li herêma Hindî Çînê raber kirî, digihije rutbeya ‘Yuzbaşi’.

DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ II. DE DIBE LEŞKERÊ FRANSÎ

Îbrahîm Seîd ku di Şerê Cîhanê yê I. de weke leşkerê Osmanî li erdnîgariya Kurdistanê li dijî Rûsan şer dike, weke leşkerê Fransî beşdarî Şerê Cîhanê yê II. dibe. Herêma Hindî Çînê ya di bin kontrola Fransayê de, ji aliyê Japonan ve tê dagirkirin. Îbrahîm Seîd li dijî Japonan şer dike. Fransa li gelek cihan kontrola xwe winda dike û di rêjeyekî mezin de herêm derbasî kontrola Japonan dibe. Di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de Elman Fransiyan têk dibin, ev yek hem çarenûsa cîhanê û hem jî ya Îbrahîm Seîd diguhere. Fransa dagirkeriya Elmanyayê qebûl dike û teslîm dibe. Lê General De Gaûelle teslîmbûnê red dike û Artêşa Fransaya Azad ava dike. Di bin fermandariya De Gaûelle de di şerê cîhanê de di serî de Efrîqa li gelek çeperan şer dike.

SERPÊHATIYA HINDÎ ÇÎN A 2’EMÎN Û BIRÎNDARBÛN

Di xelasbûna Şerê Cîhanê yê II. de piştî têkçûna Japonan, car din divegere cihê wezîfeya xwe Vîetnamê. Bi rutbeya Yuzbaşi li dijî gerîlayên Çepera Rizgariya Gel a Vîetnamê şer dike. Îbrahîm Seîd di destpêka sala 1950’an di şerekî ku li Vîetnamê li qadek darsitanê diqewime de bi kêrê birîndar dibe. Îbrahîm Sedî ku bi giranî birîndar dibe, piştî mudaxeleyên destpêkê bi balafira leşkerî tînin Parîsê. Li vir demekî dirêj tê tedawîkirin. Weke gazî ji wezîfeya xwe ya Lejyontiyê teqawit dibe. Ji ber cesareta xwe ya di artêşa Fransayê de, gelek caran bi madalyayê tê xelatkirin. Madalyaya xwe ya teqawitiyê û dawî jî, bi merasîmek leşkerî ji serokkomarê Fransayê De Gaûlle digire. Layiqê madalyaya rûmet û cesaretê tê dîtin.

PIŞTÎ 30 SALAN VEDIGERE WARÊ XWE

Îbrahîm Sedî ku pêvajoya wî ya tedawiyê bi dawî dibe, bê navber serdana siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê nas kirî dike û têkildarî tiştên diqewimin agahî distîne. Îbrahîm Seîd ku xizmên wî ji 1925’an û şûn de agahî jê nagirin, nameyekê ji xizmên xwe re dişîne. Piştre ji efûya giştî ku ji aliyê Partiya Demokratîk ve di sala 1955’an de hat derxistin, sûd werdigire û vedigere Tirkiyeyê. Îbrahîm Seîd demekî li balafirgehê tê destgîrkirin û pişre tê berdan.

Vedigere warê xwe Erziromê. Îbrahîm Seîd car din xwe li gundê Tallo yê Tatosê bi cih dike. Agahî digire ku birayê/xwişka wî miriye. Îbrahîm Seîd ku ji xizmên wî yên nêz kes nemaye xwedî li hevjîna apê xwe û zarokên wî derdikeve ku apê wî miriye. Dibêje ku xwedî derketina li zarokên apê xwe û ji wan re pêşerojek avakirin, yekane armanca wî ye.

Madalyayên ku artêşa Fransî dayînê, li xwe dike û serdana navend û gundên Tatosê dike. Hemşeriyên wî bi meraq guhdarî çîroka Îbrahîm Seîd dikin ku demek dirêj agahî jê nesandibûn. Ji ber ku qala herêma Hindî Çîn û serpêhatiyên xwe dike, êdî li navçeyê ji aliyê her kesê ve weke Seîdê Çinê tê bîranîn.

LI KONSOLOSXANEYA FRANSAYÊ DIXEBITE

Di 1925’an de kesên nas kirî bi efûya giştî re divegerin. Zarokên Şêx Seîd jî ji sirgûnê vedigerin. Bê navber serdana Şêx Alîriza dike. Êdî ji derdora xwe re qal dike ku dixwaze jiyana xwe bide biraziyên xwe. Ji bo pêşeroja wan dest bi çêkirina planan dike. Dema ku serdana zarokên din ê Şêx Seîd, Şêx Selahattîn ji wî re dibêje ku li gel wî bixebite û karên li gund bişopîne. Îbrahîm Seîd ji vê yekê bi hêrs dibe û biryar dibe ku niştecihê Enqereyê bibe. Li Enqereyê di Konsolosxaneta Fransayê de weke tercuman dest bi wezîfeyê dike. Îbrahîm Seîd li Enqereyê zewaca duyemîn dike. Di vê zewacê de kurek wî tê dinê. Li gorî agahiyên ku xizmên wî dayîne, nameyan ji zarokên xwe yên li Vîetnamê re dişîne. Di demê ku li Enqereyê dimîne de, havînan timî tê Tatosê û li gundê xwe dimîne.

Îbrahîm Seîd sala 1970’an li Enqereyê wefat dike.