Çîftçî yê 28 roj bû PDK’ê ew girtibû hate berdan

Endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî yê 28 roj bû ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû destgîrkirin, hate berdan.

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Çîftçî yê li Silêmaniyê dijiya, berî mehekê ji bo malbata xwe bigire çûbû Hewlêrê ji aliyê Asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hatibû destgîrkirin.

Mûsa Çîftçî yê ji bajarê Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê ye 28 roj bû destgîrkirî bû.

Çîftçî ji ber sedemên siyasî berî 6 salan neçar bûbû berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.

Nêzî 6 sal in Çîftçî li Silêmaniyê dijiya. Çîftçî dema diçû Hewlêrê ji bo malbata  xwe bigire li Şeqlawa ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû destgîrkirin.

Çîftçî yê sedema destgîrkirina wî nehate zanîn, li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê dihate ragirtin. Îro hate berdan.