'Çeteyên dewletê' li Wanê gefê li gel dixwin

Çeteyên ku xwe bi navê "Em dewlet in" didin naskirin û li navçeya Qerqelî ya Wanê û gundan digerin, gefê li gel dixwin ji bo deng nedin HDP'ê.

Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hefteya bihurî peyamên gefxwarinê yên bi îmzeya "Tîma Tolhildanê" ji rêveberên HDP'ê re hatine şandin û got, "Eger xwîn ji tiliya endameke/î me yê partiyê bê, berpirsyarê vê wê AKP be." Heman piştî vê daxuyaniyê, komên çekdar ên kontra li gundên navçeya Qerqelî ya Wanê geriyan û gef li gel xwarin.

Komên kontra li her gundî destpêkê bi keya re axivîn û ev gef xwarin: "Her kesê deng dide HDP'ê dijminê dewletê ye. Em dewlet in. Em bi vekirî hişyariyê didin we. Em hatine ji bo terorê biqedînin."

Gundiyên ku nexwestin navê wan bê eşkerekirin, li ser mijarê axivîn. Gundiyan diyar kirin, komên çete danê êvarê bi mînîbusên camên wan reş in, digerin. Gundiyan gotin, çeteyên ku bi giranî bi rî ne û kincên gemarî li wan e, xwe bi navê 'Em dewlet in' bi nav dikin û diyar kirin, ew ji ber ewlekariya jiyana xwe bi fikar in. Gundiyan anîn ziman, hêzên kontra gef li wan xwarine û ji wan re gotine, "Deng nedin HDP'ê."