Hejmara qurbaniyên li Germiyanê zêde bû

Hejmara kesên ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê li gundê Kuleco yê Germiyanê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4 kesan. Di êrîşê de 6 endamên asayîşê û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev êrîşî benda kontrolê ya asayîşê ya li gundê Kuleco yê bajarokê Kokis ê Germiyanê kirin. Piştre jî êrîşî gund kirin.

Di êrîşa çeteyan de ya li dijî benda kontrolê 4 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa çeteyan de ya li gund jî 2 sivîl birîndar bûn.

Yek ji kesên ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest daye Fermandarê Operasyona Germiyanê Aso Celal e.

Piştî ku endamên Asayîşê bersiva êrîşê dan şer qewimî û çete ji herêmê reviyan.

Çeteyan her wiha top avêtin gund û du sivîl birîndar bûn.