Çeteyên DAÎŞ'ê ji ber gundiyên Celawlayê reviyan
Çeteyên DAÎŞ'ê careke din êrîşî gundên Celawlayê kirin. Gundiyan li dijî çeteyan li ber xwe dan û êrîş têk birin.
Çeteyên DAÎŞ'ê careke din êrîşî gundên Celawlayê kirin. Gundiyan li dijî çeteyan li ber xwe dan û êrîş têk birin.
Çeteyên DAÎŞ'ê ku demeke êrîşî derdora Xaneqîn, Celawla, Diyala, Xurmatû û gundên wan dikin, şeva Yekşemê xwestin êrîşî gundê Şerk ê Celawlayê bikin.
Gundiyan li dijî êrîşa çeteyan li ber xwe dan û piştî şerekî kurt, çete ji ber gundiyan reviyan.
2 POLÎS KUŞTIN
Rayedarekî ewlekariyê yê li herêmê li ser êrîşê got, "DAÎŞ'ê destpêkê êrîş bir ser bendeke kontrolê ya Polîsên Federal ên Iraqê ya li nêzî gund. Li wir 2 polîs kuştin. Piştre êrîşî gund kirin. Gundiyên Kurd jî li dijî DAÎŞ'iyan li ber xwe dan. Piştî vî şerî, DAÎŞ'î neçar man ji herêmê vekişin."