Çeteyên DAÎŞ'ê doh êvarê çar hawan avêtin gundê Darayî Heftexarî ya navçeya Daqûqê ya Kerkûkê. Yek ji topên hawanê li malekê ket û di encamê de 4 kes birîndar bûn ku yek jê jin e.
Rayedarên Nexweşxaneya Daqûqê diyar kirin, piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê malbatek ji 9 kesan bi wesayitê ji gund berê xwe dide Daqûqê. Lê belê li nêzî benda kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê, polîs guleyan li wesayitê direşînin. Di encamê de jî 9 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku temamiya mirovên di wesayitê de bûn jin û zarok bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî ku birîndar û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneya Daquqê, di navbera Polîsên Nehiştina Tewan ên Daquq û Polîsên Federal de devjenî çêbû û ji ber vê sedemê efserek hate kuştin.