'Çêkirina avahiyan li Newala Qesaban sûc e, êriş e, bêhurmetî ye'

Newala Qesaban ku Ermen, Keldanî û Kurdên hatin qetilkirin bi rengekî komî lê hatin veşartin, ji bo çêkirin avahiyan hate pêşkêşkirin. Bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl li ber vê biryarê rabûn.

Gelek baro, rêxistinên maf, hiqûq û sivîl daxuyaniyek hevpar a nivîskî dan û li dijî çêkirina avahiyên li Newala Qesaba ya Sêrtê derketin. Li Newala Qesaba bi sedan cenazeyên ermen, keldanî û kurd veşartî ne. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji sala 1915’an şûnve cenazeyên ermenan, keldaniyan û ji salên 1980 û 1990’î vir ve jî cenazeyên kurdan ku bi darê zorê hatine windakirin li vir hatine veşartin. Di daxuyaniyê de hat gotin gelek binpêkirinên mafên mirovan ên dijwar rû dane û bi sedan kes di encama êşkenceyê de hatine qetilkirin û windakirin, birine li Newalê veşartine û kujer hêj nehatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 1989’an de li Newala Qesaba gorek komî hatiye dîtin û roja 22’yê nîsana 1989’an tenê çend saetan makîneyên kar hatine şixûlandin û 8 cenaze hatine dîtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li şûna ku li ser van cenazeyan lêkolîn bê kirin ku aydê kî ne û ji aliyê kê ve hatine kuştin Walîtiya Sêrtê biryara sekinandina kolandina goran daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji wê rojê ve heta niha tu gav nehatine avêtin û wiha hat gotin: “Nasnameya cenazeyên hatin derxistin zelal nekirin. Sedema mirina wan ronî nekirin. Ji ber ku heqîqeta têkildarî kujerên bi darê zorê însan winda kirin dernaxin holê, di bîra civakê de rê li ber travmayên mezin vekiriye. Newala Qesaba berê wek qada çopê dihat bikaranîn. Ji bo ku berpirsiyar wê qadê biparêzin lê radibin di şûna vê de destûra avadaniyê didin û sûcên ku kirine îro jî berdewam dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dixwazin bi çêkirina van avahiyan re ser rastiya li wir bê veşartin û wiha hat gotin: “Dixwazin civakê bêbîr û bêsiberoj bihêlin. Edalet rêgeza hevkartiya civakî ye. Çêkirina avahiyên li Newala Qesaba bêedaletî û êrişa li dijî hevkariya civakê ye.”

Di berdewamiya daxuyniyê de wiha hat gotin: “Divê nasnameya hemû cenazeyên li Newala Qesaba bên tespîtkirin û li gorî qaydeyê ev cenaze ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bên veşartin. Divê sûcên li vir hatine kirin were nasîn, kujeran eşkere bikin û ji bo carek din ev qewimandin nebin lazim e hemû tevdîr werin girtin.

Li Tirkiyeyê dem, weke amûreke taybet a bi ser girtina sîstematîk a rastiyan tê bikaranîn. Nêzikatiya xerab û binpêkirinên mafê jiyanê nayên lêpirsîn û li ber demborînê têxin. Her wiha sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin jî vedişêrin. Ji ber vê yekê; divê Newala Qeseban di çarçoveya ‘Peymana Navneteweyî ya Derheqê Parastina Hemû Kesan a Beriya Windakirinê” ku ji hêla Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di 20’ê kanûna sala 2006’an de hatiye qebûlkirin û biryara Jordan a Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî (DMME) de bê parastin. Di heman demê de hewceye divê ji hêla pisporên serbixwe û lêpirîsîneran ve lêpirsîneke bêalî û aşkere were destpêkirin û cenazeyên li wê derê li gorî Protokola Minnesotayê bên derxistin, nasnameyên wan bên diyarkirin, sedema mirina wan bê aşkerekirin û bingeh bê amadekirin ku berpirsyarên wan kuştinan bên darizandin.

Li hêla din; divê di mijara sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de weke gaveke jidil a lêborînê, Newala Qesaba veguherînin qadeke hafizeya civakî. Tekane rêya parastina rûmeta mirovahiyê ew e ku ji bo rêzgirtina li hemberî mirovên li wir hatine kuştin û veşartin, bingeha lêgerîneke heqîqetê bê amadekirin û edalet pêk bê. Ev daxwaz hem ji bo xurtkirina hevkariya civakî û hem jî berpirsiyariyeke her hemwelatiyekî ye ku divê vebêje.

Rêdayîna avakirina xaniyan a li Newala Qesabayê; li hemberî kesên li wir hatine veşartin û malbatên wan tundî, sûc û bêrêzî ye. Lewma banga me ji bo hemû mirovên vî welatî yên xwedî rûmet ew e ku li hemberî vê binpêkirina li Newala Qesaban dengê xwe derxînin û xwedî li berpirsyartiya xwe derkevin.

Baro, rêxistinên sivîl ên civakî, ên heq û hiqûqê ku daxuyaniya hevpar îmze kirin wiha ne: “Baroya Amedê, Êlihê, Şirnexê, Wanê, Mêrdînê, Colemêrgê, Semsûrê, Çewligê, Dêrsimê, Qersê, Rihayê û Baroya Sêrtê, Înîsiyatîfa Edalet û Hurmeta ji Bo Miriyan (OSAÎ), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) Navenda Bîr û Edaletê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Odeya Bijîşkan a Amedê, Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz (ODAV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD) û Hewldana 78’an.”