Çekên ku hêzên gerîla li Tendurekê ji ser leşkerên Tirk rakirin
Hêzên gerîla, ku li çiyayê Tendurekê derbên giran li artêşa Tirk xistin, gelek çek û cebilxaneyên artêşa Tirk ji ser leşkeran rakirin.
Hêzên gerîla, ku li çiyayê Tendurekê derbên giran li artêşa Tirk xistin, gelek çek û cebilxaneyên artêşa Tirk ji ser leşkeran rakirin.
Li çiyayê Tendurekê yê Agiriyê, ku hêzên gerîla artêşa Tirk têk birin, gelek çek û cebilxaneyên artêşa Tirk desteser kirin. Gerîlayên li Tendurekê, li ser van çekên ji ser leşkeran rakirin, agahî dan.
Lîsteya van çekan ku dîmenên wê gihîştin ANF'ê wiha ye:
"- Çekek BKC a Rûs
- Adaptora bi hejmara P/N 10061554 a hilberînê, ku ASELSAN'ê ji bo bicihkirina dûrbîna şev-rojê û kamera termal çêkiriye
a- 4 şerîtên vê çekê (2 şerîtên ji bo 100 fîşekî, 2 şerîtên ji bo 50 fîşekî)
b- Gelek fîşek
- Çeka bombeavêj X 46 a 4 mm'yî ya bi hejmara T0624 a hilberînê, ku MKE Sîlahsanê çê kiriye
a- 6 bombeyên vê çekê
- Çeka bi tîpa HK33E/A3 a bi hejmara T0624-03 a hilberînê, ku weke melez tê binavkirin û şarjor û fîşekên vê çekê
- Kamera Termal, bi hejmara TU1335 a hilberînê ya ASELSAN'ê
a- Adaptora bi hejmara P/N 10026199 a hilberînê ya kamera Termalê
b- Batarya kamera Termalê
- Parke, tilim, kincê ji şilbûnê diparêze û kincên leşkerî yên ji ser leşkerên Fermandariya Tabûra Komando ya Jendermeyan a Tokatê hatin rakirin"
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin, ku roja 23'ê Gulanê li Tendurekê li dijî artêşa Tirk wan dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Argeş û Şehîd Eylem kirine û di encamê de 45 leşker hatine kuştin.
Di heman pêngavê de derb li helîkoptereke bi tîpa kobra hatibû xistin.
Piştî şer, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû dabû xuyakirin, ku wan çekên PKK'yiyan bi dest xistine. Lê belê ev dîmen nîşan dide, ku rastî berevajî gotinên Suleyman Soylû ye.