Çekdarên PDK'ê Çîftçî revandibûn: Agahî jê nayê girtin

Mûsa Çîftçî ku li Hewlêrê çekdarên PDK'ê ew revandibûn ev 16 roj in agahî jê nayê standin.

Mûsa Çîftçî ku ji sala 2015'an ve li Silêmanî dijî 10'ê Adarê dema ku ji Silêmanî diçû Hewlêrê ji hêla çekdarên PDK'ê ve hate revandin. Çiftçî li navçeya Şeqlawa li cihê ku çekdarên PDK'ê rê kontrol dikirin hate revandin.

Malbata Çiftçî ji bo ku ku agahî jê wernegirt çû Şeqlawayê. Malbatê diyar kir berpirsên PDK'ê derheqê Çiftçî ti agahî nedane wan.

Malbat vegeriya Silêmanî û xebatên ji bo lêgerînê didomîne.