Çek li destekî, çenteyê tenduristiyê li destê din

Laleş Koçer, ku perwerdeya xwe ya tipê nîvco hişt û ewilî tevlî nava refên YPG'ê bû, piştre jî berê xwe da nava refên gerîla got, "Li çiyayên Kurdistanê, tevî çekê wê çenteyê min ê tenduristiyê jî her tim bi min re be."

Laleş Koçer di sala 1992'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Zarokatiya wî li cihê lê ji dayik bû derbas dibe. Li Zanîngeha li Hesekê, beşa tenduristiyê diqedîne. Piştre derbasî Tipê dibe. Di sala 2011'an de cihê xwe di nava karên ciwanan ên li zanîngehê digire. Di sala 2012'an de bi destpêkirina Şoreşa Rojava re perwerdeya xwe nîvco dihêle û tevlî nava têkoşînê dibe. Hem şer dike, hem jî li mewziyan birînên hevrêyên xwe dipêçe. Koçer, di sala 2016'an de ku hingî li çiyayên Kurdistanê şer giran bû, biryarê dide tevlî nava refên PKK'ê bibe. Gerîla Koçer ji ANF'ê re qala wê demê kir.

DEMA KU AGIRÊ ŞOREŞÊ GEŞ BÛ, NIKARÎBÛM BISEKINIM

Komkujiya ku di sala 2004'an de li Qamişloyê hate kirin, kîn û hêrsa wî ya li dijî mêtîngeran zêde kir û ruhê berxwedanê roj bi roj xurt kir. Ji ber ku jiyana mirovan esas digire, xwest bibe doktor. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re gihîşt asta dayina biryareke nû. Dema ku agirê Şoreşê geş bû, biryar da ku weke ciwanekî Kurd xwendina li dibistana sîstema dewletê bê wate ye û divê tevlî nava refên têkoşînê bibe.

DEST JI DIBISTANÊ BERDIDE Û TEVLÎ NAVA YPG'Ê DIBE

Bi şerê li Çilaxa destpê kir re, di sala 2013'an de tevî komek ji hevalên xwe dest ji xwendina li zanîngehê berdide û tevlî nava refên YPG'ê dibe. Şerekî dijwar tê kirin û berdêlên giran tên dayin. Piştî ku wextekê li vê eniyê dimîne û şer dike, dibe personelê tenduristiyê û dest bi pêçandina birînên şervanan dike. Piştî vê pêngavê careke din li karekî cuda vedigere. Dibêje, "Şoreşgerek divê bi dil, mejî û hemû fîzîka xwe tevlî têkoşîna xwe ya şoreşê bibe û bi vî rengî şer bike. Ez jî her tim bi vê bîr û baweriyê tevgeriyam."

PIŞTÎ ÇAR SALAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛ

Piştî ku çar salan di nava têkoşîna Şoreşa Rojava de cih girt, bi dijwarbûna şerê li çiyayên Kurdistanê re digihêje asta dayina biryareke nû. Pê bawer dibe ku refên gerîla yên li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin, cihê ku wî bigihêjîne armanca wî ye. Biryarê dide tevlî nava refên gerîla bibe û di sala 2016'an de cihê xwe di nava têkoşîna gerîla de digire. Tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe gelekî girîng û watedar dibîne.

HEM BI ÇEK E HEM JÎ BI ÇENTEYÊ TENDURISTIYÊ

Gerîla Laleş Koçer bal kişand ser afirînerî û piraliya gerîla û destnîşan kir, ku gerîla bi yekpare li jiyan û têkoşînê dinere. Koçer got, "Ez ê li vê derê dîsa karê tenduristiyê bikim. tedawîkirina her hevalekê/î, bi qasî hemû karên min ên din girîng e. Ernesto Che Gûevara jî dema dest bi têkoşînê kir, du alternatîf danîbûn pêşiya wî; ya wê şer bikira, ya jî doktorî. Lê belê tercîh nekir û hem bi çeka xwe hem jî bi çenteyê xwe yê tenduristiyê cihê xwe di nava şoreşê de girt. Ez ê jî heman tiştî niha li vir bikim. Bi qasî çekê, wê çenteyê min ê tenduristiyê jî bi min re be. Wezîfeya dikeve ser milê her ciwaneke/î Kurd ê ji jiyanê hez dikin; şerê ji bo jiyanê ye."