'Çawa ku me Kobanê ji dest neda, em ê Efrînê jî nedin'

Yekîtiya Xwendekarên Azad û Ciwanên Apoyî yên Mexmûrê duh êvarê li bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê çalakiyek lidar xistin. Xwendekaran ragihandin ku gelê Kurd û dostên wan çawa ku Kobanê nedabin, wê Efrîn jî nedin. 

Yekîtiya Xwendekarên Azad û Ciwanên Apoyî yên Mexmûrê duh êvarê li bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de hate gotin ku eger êrîş berdewam bike, wê her ciheke dewleta Tirk a dagirker lê heye veguherînin qadên berxwedan û têkoşînê û wiha hate gotin: “Me çawa ku bihevre Kobanê nedabe, em ê Efrîn jî nedin.”

Daxuyanî wiha ye;

"Em weke Yekîtiya Xwendekarên Azad û Ciwanên Apoyî yên Mexmûrê êrîşa emperyalîst, paşverû, dagirker û terorîstî ya dewleta Tirk û hikûmeta nijadperest ya AKP-MHP şermezar dikin û em van êrîşan li dijî destkeftiyên tevahî gelê Kurd û hemû kedkaran dibînin. 

Ev êrîş ti qanûnên navneteweyî nas nake, bi konseptekî faşîst û dagirkerane tê meşandin û vêya jî bi şîrîkatiyeke navnetewî dike. Ev êrîş li dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistan û tevahîn Kurdistanê ye. 

Dewleta Tirk dema tengav dibe dikeve êrîşê û sivîlan qetil dike û bi qetilkirina zarokan careke din rûyê xwe yê faşîst û rezîl derxistiye holê. 

Eger ev êrîşane berdewam bikin emê di serî de Efrîn, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê re bikin goristan. Çawa ku me bi hev re Kobanê nedabe, em ê bi heman şêweyê Efrîn jî nedin."