Çavrê Firîşte: Firîşteyek evîndara çiya

Gerîlaya YJA Starê Çavrê Firîşte ku bi temenê xwe yê ciwan tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, di têkoşîna xwe ya ji 16 salan de wezîfeyên xwe hemû bi cih anî û bû milîtaneke heqîqetê.

Kurdistan bi zarokên xwe yên egîd bûye Kurdistan. Her lehengek nûnertiya bajarek ji bajarên rengîn ên Kurdistanê dike. Her bajarek bi zarokên xwe yên egîd şanaziyê dike û bi wê serbilind e. Li her çar beşên Kurdistanê leheng û zarokên egîd derketine û her bajarekî Kurdistanê di dema xwe de bûye hêlîna serhildan û raperîn. Li Başûrê Kurdistanê li bajarê rewşenbîrî ango Silêmanî Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran bû lehenga bajarê xwe û Silêmanî serbilindtir kir. Ranya bi hebûna zarokên xwe yên leheng û wêrek bû Raperîn. Bi wan zarokan re li dijî zilm û zordariyê raperî. Zarokek ji zarokên Raperînê Sûham Ebdulqadir e. Sûham di malbateke niştîmanperwer li bajarê Çiwarqurne ji dayik dibe. Sûham bi çanda serhildan û welatparêziyê ve mezin bû û heta mezin bû jî ev çand di hundirê xwe de parast. Sûham bû zaroka serbilind a Ranya û Raperîn gihande wateya navê xwe û di kesayetiya xwe de li dijî hemû cûre zilm û zoriyê hestê raperînê (serî hildanê) di dilê xwe de mezin kir. Hestê raperîn a li dijî desthilatdar û dagirkeriya li ser xaka xwe bû sedem ku li pey yêyekê ku bikaribe wê desthilatdariyê têk bibe û destê dagirkeriyê li ser xaka Kurdistanê bişkîne geriya. Di temeneke ciwan de wî rêyî peyda dike û biryar dide ku di wî rêyî de gav biavêje. Gavek ber bi azadî û têkbirina dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê di fikir û ramanê Apoyî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de dît û biryar da ku di vê rêyê de bimeşe. Sala 2001 tevlê nava refên gerîla dibe.

ÇAVRÊ FIRÎŞTE NÛNERA GOTINA ‘JIN DI NAVA JIYANÊ DE PÊWÎSTE MÎNA FIRÎŞTEYEKÊ BE’ YE

Dibêjin bendewarî tiştekî pir nebaş e, lê dema mijar dibe azadî û demokrasî, bendewarî û bi wê bendewariyê têkoşîn kirin ji bo ku bigihîje evîna xwe, dibe ku hesta herî şîrîn be. Dema tê gotin firîşte, hemû bedewî û pakî tê hişê mirov û tiştên kirêt ji firîşteyan dûre. Sûham bi vê hesta bedew ji bo ku tehma azadiyê bike bendewar dibe û ji bo ku têkoşîna xwe ya bi awayeke pak a ji bo vê xeyala xwe bidomîne, navê xwe dike Çavrê Firîşte. Bi rastî jî di jiyanê de ne tenê çaverê azadî bû, belku hewl dida ku bi hevrêyên xwe bikaribe vê azadiyê bi dest bîne. Hevrê Çavrê nûnertiya gotina Rêber Apo ya “Jin di nava civakê de pêwîste mîna firîşteyekê be” dikir. Mîna paşnavê xwe firîşteyek bû ku azadî û heqîqet li ser milê wê rûniştibû. Di nava têkoşîna azadiyê de hewl dida ku weke gotinê Rêber Apo û paşnavê xwe mîna firîşteyekê be.

PKK NASNAME Û VÎNA AZAD TEMSÎL DIKE

Hevala Çavrê wiha behsa yekemîn hestê xwe ya gerîlatiyê dike; “Dema destpêkê mîna gerîlayekê li ser çiyayan jiyan kir, min hest kir ku ez mîna çûkekê ku ji qefesê azad bûbe me û bi azadî li ser çeqê daran difirim. Wê demê tişta ku herî zêde bandor li ser min çêkir sekna şoreşgerî ya hevalan bû. Tevî ku her hevalek ji bajarek yan jî beşek ji Kurdistanê bûn lê hevaltiya ku bi hevre dikirin bandoreke zêde di hundirê min de çêkir. Eger tu li ser wan çiyayan hevaltiyeke rast birêve bibeyî, çiya jî wê bi te re mîna hevalekê be. PKK nasname û vîna azad temsîl dike. Dema ez wana tînim ziman û hevaltiya PKK’ê jî tînim ber çavên xwe, hest dikim ku ez jî gihîştime vê nasnameya azad.”

BI KENÊ LI JIYANÊ; JIYAN JÎ BI XEMLA XWE JÊ RE DIKENIYA

Hevrê Çavrê bi sekna xwe, bi asta tevlêbûna xwe ya têkoşînê de û bi jêhatîbûna xwe mîna berdêla temenekê dihat nasîn. Di nava jiyanê de sekna xwe ya bi moral bandor li hemû hevrêyên xwe dikir. Nirxandinên Rêber Apo ya dibêje; “Ken ji azadiyê û girîn jî ji koletiyê tê.” her tim di hişê wê de bû û berdewam bi ken li jiyanê, jiyan jî bi xemla xwe jê re dikeniya. Bi enerjiya xwe ya erênî tevlê hemû xebatan dibû û di heman demê de dibû hewara azadiya hevrêyên xwe. Li hemberî dijmin bi kîn û hêrseke mezin dijiya û li hemberî hevrêyên xwe jî her tim bi heskirin, dilnizmî û dilsoziyeke mezin a di nava dilê xwe de dijiya. Heval Çavrê bi hestê berpirsiyariya mezin û bi girîngîdayînê ve erka fermandariyê pêk dianî û di vê xalê de gelek hevalan dixwest ku bi heval Çavrê re erkan birêve bibin. Sedemê wê jî sekna wê ya leşkerî, rêxistinî û bîrdozî bû. Bi pêşengîkirinê ya di çalakiyan de pêkanîna hevaltiyeke rasteqîn weke pîvanê jiyanê didît û berpirsiyariya serdemê danîbû ser milê xwe. Di jiyanê de ji ber sekna xwe ya bi pîvan ji bo hevrêyên xwe dibû hêz û hevrêyên xwe bihêz dikir. Ji bo hevrêyên xwe di asta fedayî de xwe berpirsiyar didît û hevrêtiya xwe bi çîh dianî. Di temeneke ciwan de tevlê bû û hevrêtiya Rêber Apo pêk anî û bû milîtanekî ku nûnertiya heqîqetê dike.

BI DIRÛŞMEYEKE MEZIN JI BO AVAKIRINA JIYANEKE NÛ ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN

Heval Çavrê bi vî rengî fikir û felsefeya Rêber Apo vedigot, “Tişta ku destpêkê em dixwazin fêm bikin û di kesayetiya xwe de ava bikin, tenê di felsefeya Rêber Apo de em dikarin di xwe de ava bikin. Ji ber ku felsefe û bîrdoziya Rêber Apo temsîla nasname û hebûna me dike. Me di kesayetiya Rêber Apo de xwe dît. Di felsefeya Rêber Apo de me fêm kir ku gelê Kurd gelekê bê îrade nîne û kesên wisa nînin ku di nav civakê de bi rengekî vala û seranser bijîn. Rêbertî ji zarokatiya xwe ve dest bi vê xebatê kir û heta niha bi fedakariyeke mezin ve gelê Kurd gihande vê astê. Em li hemberî vê fedakeriyê deyndar in. Ji bo ku em bikarin li ser wan çiyayên azad bi Rêber Apo re bijîn çi erk û berpirsiyartiyek bikeve ser milê me emê pêk bînin. Bi dirûşmeya mezin ji bo avakirina jiyaneke nû çi ji destê me bê emê bikin û di vê baweriyê de me ku em dikarin wê yekê pêk bînin.”

BOTAN MÎNA DERGÛŞEKE NÛ HESTÊN ŞOREŞGERÎ YÊN HEVAL ÇAVRÊ ÊMIN KIR

Timî xeyalê wê ev bû ku li ser van çiyayên azad bi Rêber Apo re bijî û bi vê baweriyê têkoşîna xwe didomand û çaverê wê rojê bû ku ev xeyalê wê pêk bê û bi dirûşmeyeke mezin ji bo avakirina jiyaneke nû tevlê têkoşîna şoreşgerî dibû. Heval Çavrê di rêya dirêj a têkoşîna xwe de lehenga Başûrê Kurdistanê heval Viyan Soran nas kir. Pîvanên şoreşgerî û şêwazê jiyana hevala Viyan ji bo xwe esas digirt. Jiyankirina watedar a hevala Viyana gelekê bala heval Çavrê kişandibû ser xwe û hewl dida ku ji bo xwe bike mînaka jiyanê. Hevala Çavrê di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de gelek şoreşgerên din ên mîna hevala Viyan nas kir. Hevaltiya wê û hevrêyên wê hevaltiyek bû ku berdewam hewl didan hevûdu bihêz bikin. Yek ji daxwazên heval Çavrê ev bû ku têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê bidomîne. Sala 2015’an gihîşte vê daxwaza xwe û bera xwe da Botanê. Botan hêlîna niştîmanperwerî û şoreşgerên mîna Çîçek, Şîlan, Reşîd û Adilan e ku mîna dergûşeke nû hestên şoreşgerî yên heval Çavrê êmin kir. Gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê û şerkirina sîng bi sîng a li dijî dijmin hesteke cuda di nava wê de ava kir. Di çalakiyan ku gelek ji wan bi xwe birêve dibir de ji bo hevrêyn xwe dibû mînak. Li Bakurê Kurdistanê erka fermandariya yekîneyê girte ser milê xwe û bi hestê berpirsiyartiyê û israra di serketinê de erkên xwe pêk dianî.

Ji Başûr heta bi Bakur bi dirêjahiya têkoşîna 16 salan di asteke herî bilind de erkê xwe yê şoreşgerî ya serdemê pêk anî û li dijî neyarên gel û xaka xwe têkoşîna xwe domand. Heval Çavrê di şerê 12-13’ê Gulana 2017’an a bi artêşa Tirk a dagirker de di asteke lehengî de şer kir û piştî şereke bêeman gihîşte dereceya şehadetê. Botan hêlîna şoreşgerên welat bû hêlîna her timî ya Şehîd Çavrê û ew zaroka leheng di hembêza xwe de êmin kir.